Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê di wê pêşnûmaya ku hatiye amadekirin de tune ne

Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê di wê pêşnûmaya ku hatiye amadekirin de tune ne

Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrê Daraza FETO û 28ê Sibatê HUDA PARê ziyaret kir û destnîşan kir di wê pêşnûmaya efûyê ya ku ji teref MHPê ve ji meclîsê re hat pêşkêşkirin de ew mehkûmên ku 25 salan di girtîgehê de tên girtin tune ne.

Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrê Daraza FETO û 28ê Sibatê û lijneyek ji Yusufî-Derê pêkve çûn ziyareta Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê. Heyet ji teref Alîkarên Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Metîn Turan û Emîn Akyuz ve hatin pêşîwazîkirin. Di ziyareta ku hat kirin de mexdûrîyeta mehkûmên ku bi kumpasên Ewlehî-Jîtem-Darazê 20-25 salan di girtîgehan de tên girtin, hat gotûbêjkirin.

“Wek HUDA PARê me hewl da li ba mexdûrên 28ê Sibatê bin”

Di ziyareta ku hat kirin Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Metîn Kaya  destnîşan kir ew ê wek HUDA PARê li ba wan mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê bin û bo rayedar dengê malbatên kesên mexdûr bibhîzin tiştên ku ji destên wan bê bê bikin. Turan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hûn bi xêr hatin. Em wek HUDA PARê mexdûrên FETO û 28ê Sibatê dişopînin. Heqîqeten mexdûrîyeteke ciddî tê jiyandin. Em jî dixwazin ku ev mexdûrîyet bi dawî bibin.  Weke ku we jî behs kir di wê pêşnûmaya efûyê ya ku ji teref MHPê ve ji meclîsê re hat pêşkêşkirin de ew mehkûmên ku 25 salan di girtîgehê de tên girtin xuya nakin. Di vê bergehê de wek partîyê çi ji destê me be em ê bikin, bila di vê mijarê de şipheya we tunebe.”

Musab Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrê Daraza FETO û 28ê Sibatê, Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ziyaret kir destnîşan kir di wê pêşnûmaya efûyê ya ku ji teref MHPê ve ji meclîsê re hat pêşkêşkirin de ew mehkûmên ku 25 salan di girtîgehê de tên girtin tune ne ku ji bo vê yekê me cardin dest bi xebata xwe kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.