Mezheb heq e lê belê mezheperestî ne rast e

Mezheb heq e lê belê mezheperestî ne rast e

Serokê Karûbarên Dîyanetê Alî Erbaş li Amerîkayê bi temsîlkarên Saziyên Civakên Sivîl yên Musliman re hat cem hev û îfade kir ku mezheb heqe lê belê mezheperestî ne rast e.

Serokê Karûbarên Dîyanetê Alî Erbaş di çarçoveya zîyaretên xwe, yên li New Yorka Emerîka bi temsîlkarên Saziyên Civakên Sivîl yên Musliman re hat cem hev. Erbaş, li wir xîtabî beşdarvana kir û bangî civaka Musliman kir.

Erbaş, wiha got: “Ji ber Misliman bi hev ketine li hêlekê dewlemendîyên me yên ser rûyê erdê û li hêlekê jî yên bin erdê de ji destê me diçin. Li hêlekê Quds wek ‘paytextê siyonîst’ tê îlan kirin û li hêladin dixwazin Mescîdî Eqsa ji Mislimana bê girtin. Di vî warî de lazim e em baldar bin. Ji ber vê yekê lazim e em bi îsrar bê sekn em ji bo heq û edaletê saz bikin hewce ye em bixebitin.”   

Erbaş, destnîşan kir ku li hêlekê di 3,5 saniyê de însanek ji birçîna dimir e li hêlekê jî ji 3,5 sanîyê carekê jî însanek ji xwarinê dimre û wiha got: “Lazim e Misliman li ku dijîn bila bijîn ew mensûbê dînê hevsengîyê ye ji xwe medeniyeta Îslamê bi mînakên wisa tije ye.”

“Îslam, ji bo fersendê nede kesên dixwaze hevsengîya dinyayê xera bike hatîye şandin”

Erbaş, bi bîr xist ku 3 mîlyon û nîv Sûryeyî di nav êş û eleman de ji welatên xwe revîyan û hatin Tirkiye yê hin kesên din jî çûn dewletên din û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Hewce ye em veya ji nûve bi bîr bînin: Îslam, dinekî ji bo fersendê nede kesên dixwazin hevsengîya dinyayê xerabike û ji bo edalet ji nûve li ser rûyê dinya yê saz bike hatîye şandin. Ji hîkmetên îbadetên dînê Îslamê yek jî derdikeve pêş çava ku ji bo ev hevsengîya bê sazkirin hatîye şandin.”  

“Tiştên cehaletê ji holê rake yek jê jî zanîn û perwerdehî ye”

Erbaş, behsa girîngîya yekîtîya umetê kir û wiha got: “Ji dîrokê tecrûba me ya jiyana bi hev re heye, lazim e em piştgirîyê bidin jîyana bi hev re. Lewra wateya dînê me aştî ye. Ji ber vê yekê tiştên em ehemîyetê bidin yê herî girîng yek jî perwerdehî ye. Lazem e em perwerdehîya dînî, exlaqî û ya giştî bibînin. Lewra cehalet dayika nebaşiya ye. Tiştê cehaletê ji holê rakê zanîn e, perwerdehî ye û zanist e.”

“Lazim e em mizgeftên xwe herê baş bi kar bînin”

Erbaş, bal kişan ser neyartiya li dijî Îslamê ya bi navê Îslamofobya û behsa grîngîya perwerdehî ya olî kir û got: “Ji wesîleyên zanistî yê herî herî mezin yek jî mizgeftên me ne. Lazim e em mizgeftên xwe di warê perwerdeya ciwana de zahf baş bi kar bînin.”

“Mezheb heq e lê belê mezheperestî ne rast e”

Erbaş, bal kişand ser talûkeyên li benda Mislimana ye û îfade kir ku talûkeyên li pêşîya Mislimana yek cudahîya fikra mezhebî ye û wiha got: “Divê em fersendê nedin van fitneyan. Belê mezheb heq e lê belê mezheperestî ne heq e û ne rast e.”

Erbaş, piştî axaftina xwe bi dawî kir li temsîlkarên saziyên civakên sivîl guhdarî kir.

ÎLKHA






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.