MGK: Divê Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê dev ji qerara referandûmê berde

MGK: Divê Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê dev ji qerara referandûmê berde

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya ku di serokatiya Serokkomar Erdogan hat civîn dehat destnîşankirin divê divê dev ji wê qerara referandûmê ya ku tê xwestin li Kurdistana Iraqê bê kirin bê berdan.

Lijneya Giştî ya Ewlehiyê doh li Kulliyeya Serokkomartiyê  di seat 17.00an de hat tertîpkirin. Di encama civînê de danezanak hat weşandin. Di danezana ku hat weşandin de derheqê referandûma serxwebûnê ya ku dê di 25ê Îlonê li Kurdistana Iraqê bê tertîpkirin de wiha hat destnîşankirin: “ Ew referandûma ku tê xwestin di 25ê Îlonê de bê kirin cardin hatiye destnîşankirin ku ne meşrû ye û nayê qebûlkirin. Bang li Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê hatiye kirin da ku dev ji referandûmê bê berdan. Bo ev mesele bi rêya dîplomatîk bê çareserkirin Tirkiye amade ye tiştê ku li para wî dikeve bike.”

Di danezanê de her wisa hat gotin ger digel temamê îqazan ger referandûm bê kirin ew ê Tirkiye wan heqên xwe yên hevpeymanên dualî û navneteweyî muhafeze bike.

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.