
Mînîbûs û wesayît li hev qelibîn: 2 mirî, 7 birîndar
Li navçeya Alanyaya Entelyayê mînîbûs û wesayît li hev qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li çarrêya D-400 a Taxa Turkler a navçeya Alanyayê pêk hat.
Di qezaya ku mînîbûs û wesayît li hev qelibîn de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re tekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar, ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Cesedê mirovên ku canê xwe ji dest dane ji morga Şaredarîya Alanyayê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.