1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mînîbusa karkeran û TIRek li hev qelibîn: 14 birîndar
Mînîbusa karkeran û TIRek li hev qelibîn: 14 birîndar

Mînîbusa karkeran û TIRek li hev qelibîn: 14 birîndar

Li Yatagana navçeya Muglayê mînîbusa ku karkeran vediguhast û TIRek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

A+A-

Hat ragihandin li Yatagana navçeya Muglayê mînîbusa ku karkeran vediguhast û TIRek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn.

Qeza di wextên êvarî de li ser Rêbeja Yatagan-Mîlasê li mewqîya Eskîhîsarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, mînîbusa bi plaqeya 02 KH 789 a ku ajokarê wê Silêman K. bû û TIRa bi plaqeya 43 AAN 652 a ku ajokarê wê Yuksel K. bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.