Mînîbusa ku qulipî kendalê şewitî: 3 mirî, 18 birîndar

Mînîbusa ku qulipî kendalê şewitî: 3 mirî, 18 birîndar

Li Edeneyê mînîbusek ber bi kendalê qulipî û tê de şewat derket, di encama şewatê de 3 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li mehelleya girêdayî navçeya Karaîsaliyê pêk hat. Mînîbusa ku navê şifêrê wê hê ne dîyare, ji bin kontrola şifêr derket û qulipî kendalê. Di encama qulipînê de şewat di mînîbusê de derket.

Di encama qezayê de hata niha 3 kes mirin, 7 jê zarok 18 kes jî birîndar bûn. li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîsa hatin li cihê bûyerê.

Bi mudaxeleya ekîbên îtfaiyeyê agir hat vemirandin.

Birîndar, bi ambûlansan hat rakirin nexweşxaneyê, cesedê 3 kesên mirî jî hat rakirin morgê.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat detspêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.