1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mirina ku bi bêhna sêvê hat: Helebçe
Mirina ku bi bêhna sêvê hat: Helebçe

Mirina ku bi bêhna sêvê hat: Helebçe

Kurdên ku di heyama Hz Omer de bûn Misliman çendîn salan xizmeta Îslamê kirin û di pêvajoya vê heyamê de gelek bela û misîbet hat serê wan. Bê guman mûsîbeta herî balkêş di 16ê Adara 1988an de li Helebçê hat dîtin.

A+A-

Di 16ê Adara 1988an de li Helebçeya Kurdistanê mirovahî bû şahid ku qetlîameke çawa pêk hat. Bi hezaran Kurdên Misliman xedarane bûn hedefa êrîşa kîmyayî. Saddamê dîktatorê Baasê ya li Iraqê bi çekên kimyayî yên ku Ewrûpayê dabû wî wehşeteke mezin a ku dê tu wextê gelê Kurd ên Misliman ji bîr neke pêk anî.

Îro salvegera 31emîn a qetlîama Helebçê ye. Çendîn sal e ku ev êrîşa kîmyayî hatiye lidarxistin lê hêj ev yek nehatiye bibîranîn.

Bingeha qetlîama hovane çawa hat avêtin?

Heyamên herî dawî yên Osmaniyan… Emperyalîstên ku wek keriya guran di ser axên Îslamê de girtine wek cezakirin gelê Kurd ên ku li gor nirx û muqeddesatên xwe dijîn di nexşeyeke de kirin 4 perçe. Ev yek bi peymana Sykes-Picot dest pê kir. Hewldana ku bi Lozanê bidawî bû di heman demê de di her perçeyeke de wek pirsgirêk dest pê kir. Kurd, li Sûrî û Iraqê dûçarê zulma Sosyalîst-Baasparêzan, li Tirkiyê ya Laîq-Kemalîstan û li Îranê jî ya Rejîma Şah hatin. Kurdên ku di van 4 perçeyan de dijîn her tim ji mafên mirovahiyên mehrûm man û gelek zûlm li wan hatin kirin.

Di sala 1979an de li Iraqê Saddam Huseyîn El-Tikrîtiyê xwendekarê Mîşel Eflakê Sosyalîst ê Neteweyî yê Fransayê û ewladê wî yê fikr û ramanî rêvebiriyê bidest xist. Kurdên li Iraqê di heyama Saddam de di serî de dejenerekirin û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû diman. Di heman heyamê de li Îranê Înqlaba Îslamî pêk hatibû. Bi vê înqlabê Şah Riza Pehlewî ji rêvebiriyê ket. Xerba ku ji ber dê maşeyên xwe hemî ji dest bidaya tirsa ji bo ku bandora Înqlaba Îslamî ji holê rake ji Saddam li dijê Îranê har kir. Di encama vê yekê de di nabeyna Iraq û Îranê de şer derket. Ev şer 8 sal domî. Kurdên ku li Iraqê dijîyan di heyama şerê Îran-Iraqê de alîgirê Îranê bûn.   

Saddam, Ali Hasan El Mecîdê ku wek Aliyê Kimyayî dihat naskirin ji herêma Kurdan re wek fermandar tayîn kir. Aliyê Kimyayî di bergeha Operasyona Enfalê de bi şiklekî wehşiyane li ser bajarê Helebçê û gundên wê de bombeya kimyayî reşand. Di encama vê yekê de 5 hezar însan mirin û herî kêm 7 hezar însan jî birîndar bûn. Bi hezaran însan jî war û welatê xwe terk kirin.

Navê mirina ku bi bêhna sêvê hat: Helebçe

Mirin wekê ewrên reş li ser gelê Helebçê girt. Li Helebçê lod û komên cesedan. Zarok, pîrek, extiyar… wekê zeviya ku mirin lê hatiye reşandin. Gel şaş û gêj bû û nedizaniya çi bike.

Wan nedizanîyan ku dê ew bimirin. Çekên kimyayî yên ku hatine bikaranîn zirarê daye çav, gewrî û kezeban. Gaza xerdel û sarinê…  Kesên ku gaza bêhna sêvê dida tenefus dikirin…

Pispor bandora gaza xerdelê wiha tînin ziman: “Gaza xerdelê ji bo nifşa pêşerojê gaza herî bi jehr e. Piştî 10 salan jî hêj bandora vê gazê didome. Bi taybet ji bo demeke direj li ser DNAyê bandordar e.”

Di Qetlîama Helebçê de berî însan mirin dûvre jî mirovahî

Temamê dinyayê ji vê mirina ku hêdî hêdî pêk dihat re bê deng ma. Helebçe rojeke herî dijwar a dîroka mirovahiyê de bû. Di Qetlîama Helebçê de berî însan mirin dûvre jî mirovahî.

Hêj jî jimara kesên ku heta 17ê Adarê hêdî hêdî jiyana xwe ji dest didan diyar nîne. Encama hevpar ên ku gelek sazî qebûl dikin; pirraniya wan zarok û pîrek herî kêm 5 hezar însan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 756 kes jî birîndar bûn.

Çima Helebçe bibû hedef?

Ji ber ku Kurd dîndar bûn hêzên Xerbê ji vê yekê re tehemûl nekirin. Li Helebçeya ku li wir hereketa Îslamî xûrt bû, çêkên kimyayî hatin bikaranîn. Her wiha Helebçe navenda rêxistîbûna Îslamê bû. Wê çaxê Şêx Osmanê Helebçeyî fermandarê hereketa Îslamî bû. Hereketa Îslamî ya Kurdistanê xwedî çek bû. Gelek çekên wê hebû. Ev yek bala Saddam û Xerbiyan dikişand.

Termên ku çepgirên neteweyî bikar tînin bes davik in

Rejîma Saddam di heyama îktîdara xwe de di serî de Şiî û Kurd ji gelek êrîşên xwe yên ku pêk aniye re qilifeke Îslamî dîtiye. Ji şerê ku li dijî Îranê dikir re digor Kadsiye, qetlîama li dijî Kurdan pêk anî re got Enfal û ji bo înfaz û operasyonên ku pêk anî jî fetwa derxist.

Termên ku çepgirên neteweyî yên ku ji teref emperyalîstan ve tê bikaranîn bes davik in. Saddam ji qetlîama ku kir re got Enfal, edakirina nimêja înê ya Nusayrî Hafiz Esad, kovara ku bi navê Şura-yi Ummet ji teref Cevdet Abdullahê bêdîn ve hat derxistin û ji rêxistina ku ji teref PKKya Komînîst-Marksîst ve hat avakirin bi navê “Kongreya Îslamî ya Demokratîk” hat navandin.

Li erdnîgara Îslamê di qetlîamên ku pêk hat de her tim aktorên ji hev cuda derketin holê. Li Helebçê jî her tim qala Saddam ji me re hat kirin. Lê Saddam bes maşeyeke yê ku bibû miseletê ser gel bû. Saddam û yên wekê wî her çi qas wek biyolojik wekê me bidin nîşandan jî ya rastî ew girêdayê Xerbê ne. Saddam û Esed wek ramanî endamê ramana sosyalîzma neteweyî Mîşel Eflakê Fransewî ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.