“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

“Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne”

Şêniyên Gundê Şenika girêdayê Çewligêdiyar kirinli taxa wan mişkîleyên mîna av, rê û çopan heye û ev yek ji teref şaredariyê ve têt zanîn, lê belê tu kes serê xwe pê naêşîne.

Zumrî Kinaşê ku Mixtarê Taxa Şenika girêdayê navenda Çewligê ye derheqê mijarê de bang li rayedaran kir û daxwaz kir ku ji mişkîleyên wan re çareyek bê dîtin.

Kinaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek taxê girêdayê Şaredariya Çewligê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Temamê rayeyên taxê aîdîn şaredariyê ne. Şaredarî ji temamê xizmetên mîna rê, av, çop û  yên din  aîdî şaredariyê ne. Di serî de bi Serokê Şaredariyê û her wiha bi temamê rayedarên şaredariyê me derheqê mişkîleyan de hevdîtin kir. Lê digel vê yekê eleqeya pêwîst nîşan nadin.

Şêniyê taxê û zarokên taxo jî derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşandan û derheqê mijarê de wiha gotin.

Mahsum Kamburu “Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne.”

Mutallîp Kamburu “Em girêdayiyê şaredariyê ne, lê belê ti xizmet ji me re nayê kirin.”

Zarokê bi navê Bariş Kinay jî got “Em ji apên rayedarteleb dikin bila parkeke me çêbikin.”

ÎLKHA






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler