Mislimanên Rohîngyayî: Ji dêla ku me bişînin bila me li vê derê bikujin

Mislimanên Rohîngyayî: Ji dêla ku me bişînin bila me li vê derê bikujin

Mislimananên Rohîngyayî yên ku hewil didin li Hindistanê bijîn li dijî qerara ku dê Hindistan wan cardinbişînin welatê wan re diyar kirin kuştina wan a li vê derê ji şandina wan a Myanmara ku dê zilm wan bê kirin çêtir e.

Weke ku tê zanîn li Myanmarê ji teref îdare û keşeyên Budîst ve bi sedan Mislimanên Rohîngyayî hatin qetilkirin û bi hezaran Misliman jî ji naçarî ji bo xwe û evladên xwe ji zilmê xelas bikin war û welatên xwe terikandin û berên xwe dan welatên derdorê.

Hinek ji van Mislimanên Rohîngyayî yên ku ji ber zilmê reviyabûn berî niha li Hindistanê bi cî bûbûn û hewil didan li wê derê bijîn. Lê belê birêveberiya Hindistanê bi qerara ku da dixwaze Mislimanên Rohîngyayî cardin bişîne Myanmarê.

Penaberê bi navê Abdul Raheem ê ku ji ber zilma hikûmeta Myanmarê û çeteyên Budîst reviyabû derheqê mijarê de wiha axivî: “Em ji Hindistanê re teşekur dikin ku destûr da em li vê derê bimînin.Ger hikûmet dixwaze me derîne derveyî sînor ew dizane; lê kuştina wan a li vê derê ji şandina wan a Myanmara ku dê zilm wan bê kirin çêtir e.”

Penaberê bi navê Muhammed Younusê 63 salî yê ku bi berikên artêşa Myanmarê birîndar bûye jî diyar kir himûmeta Myanmar a Budîst tu carî li ser sozên xwe nesekiniye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev cara sêyem ku ez dibim penaber. Ew hikûmeta budîst a Myanmarê gelek soz dan me da ku em vegerin; lê belê tu car li ser sozên xwe nesekinî.Em gelek zêde êş û eleman dikşînin û em şerpize bûne.”

Li gor daneyên Komîsertiya Penaberên Milletên Yekbûyî bi şikleke fermî 16 hezar Mislimanên Rohîngyayî li Hindistanê dijîn; lê belê hejmara penaberên ku li wê derê ne nêzî 40 hezarî ye.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler