1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Misrê deryê sînorê Refahê girt
Misrê deryê sînorê Refahê girt

Misrê deryê sînorê Refahê girt

Rêvebereya darbeyê ya Misrê Deryê Sînorê Refahê bi îdîaya “ewlehîyê” ji herdû alîyan ve girt.

A+A-

Rêveberîya darbeyê ya Misrê Deryê Sînorê Refahê ye li Xezzeyê tenê ji dinyarê re vedibe bi îdîaya “ewlehîyê” ji herdû alîyan ve girt.

Li Misrê rêveberîya darbeyê destnîşan kiribû ku Deryê Sînorê Refahê wê ji roja çarşemê pêde 3 rojan vekirî bimîne, dihat hêvîkirin ku îro heta saetên êvarî derî vekirî bê hiştin.

Pişrî derî hat girtin gelek kesên ji hêla Xazzeyê ve amadehîyê çûyîna Misrê dikirin ji mecbûrî paşve vegerîyan.

Piştî artêşa Misrê di Tîrmeha 2013an de bi darbeya leşkerî dest dabû ser rêveberîyê heta niha Deryê Sînorê Refaha girtî bû tenê car bi car ji bo drûmên însanî dihat vekirin.   

Bi hezaran Xazzeyî bi hêvîya tedawî bûn, dîtina kar, temamkirina zewaxa xwe û temamkirina perwerdehîya xwe tev çûn deryê sînor ev jî derdixe holê ku bê li deverê çikas zor û zehmetî heye.

Di vê navberê de Serokê Buroya Sîyasê yê Hamasê Îsmaîl Henîyye bi heyetek pê re ji di warê hikumeta lihevhatinê ya Filistînê de hevdîtîna bike vê sibê çû Misrê.

Heyeta Hamas û el-Fetîhê salek berê li Kahîreya paytextê Misrê di çarçoveya mizakereyên qedandina dabeşbûna Dewleta Filistînê de hatibûn cem hev û “peymana lihevhatinê” îmzekiribûn. (ÎLKHA)

Bu haber toplam 442 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.