Mîtînga “Quds a Îslamê ye” dest pê kir

Mîtînga “Quds a Îslamê ye” dest pê kir

Mîtînga ku li Yenîkapiya Stenbolê bo protestokirina qerara Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump a naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan tê tertîpkirin dest pê kir.

Piştî ku Serokê Dewleta emperyalîst Amerîka Donald Trump Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kir re di serî de li Tirkiyê bi giştî jî li tevahîya dinyayê Misliman xwe berdan kolan û meydanan û qerara ku ji teref serokê dewleta şeytanê mezin ve hat dayîn protesto kirin.

Îro jî li Yenîkapiya Stenbolê mîtîngekeke din tê tertîpkirin.

Bi hezaran hezkirîyên Qudsê bo beşdarî mîtînga “Quds a Îslamê ye” bibin berê xwe dan Yenîkapiya Stenbolê.

Di mîtînga ku gelek partîyên sîyasî û 120 sazîyên civakî yên siwîl piştgirîyê didinê de hat destnîşankirin Quds bes ne meseleya Fîlîstînîyan e; bereks meseleya temamê Mislimanan e.(ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.