1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Mizgeft ew ê ji bo îtîkafê bên amadekirin
Mizgeft ew ê ji bo îtîkafê bên amadekirin

Mizgeft ew ê ji bo îtîkafê bên amadekirin

ÊLIH - Miftiyê Bajêr a Batmanê ji ber nêzîkbûna îtîkafê di derbarê sunneta ku her roja ku diçe tê jibîrkirin de daxuyaniyek da. Miftî diyar kir ji bo kesên ku ew ê bikevin îtîkafê wê bên amadekirin.

A+A-

Miftiyê Bajêr a Batmanê Turgut Erhan  ji ber nêzîkbûna îtîkafê di derbarê sunneta her roja ku diçe tê jibîrkirin de ji ÎLKHAyê re axivî.Miftî diyar kir ji bo kesên ku ew ê bikevin îtîkafê  mizgeft wê bên amadekirin.

 Miftî Erhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo sunnet bê cî anîn têketina îtîkafê pêwîst e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îtîkaf di 10 rojên dawî yên Remezanê de bi armanca ji Xweda Teala re kirina îbadet û taatan e ku ev yek di mekanekê de tê kirin.Ev cihên ku ew ê lê îbadet bên kirin mizgeft in.Însanên me di mizgeftan de dikevin îtîkafê û li van deran îbadetên xwe didomînin.Ji bona ku îtîkafa wan xera nebe jî têkilî û pêwendiya xwe ya bi derve dibirin.Însan di van 10 rojên dawî yên Remezanê de hewil didin da ku bi îbadetê derbas bikin.Pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêjê ‘Leyletul Qedrê di 10 şevên dawî yên Remezanê de bigerin.’ Xelkê me yê mumîn û misliman di şopa vê hedîsê de sunneta pêxemberê me dişopînin û di mizgeftan de têdikevin îtîkafê.”

Erhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir heger hemwelatî bixwazin ew ê ji bo îtîfakê karibin hazir bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji bo ku xelkê Batmanê karibe têkeve îtîkafê çend mizgeft eyar kirin.Lê ev nayê wê mane ku ew ê tenê di van mizgeftên ku me eyar kirine de ew ê îtîkaf bê kirin.Heger ku hemwelatiyên me werin ji me re beyanekê bidin, em dikarin wê mizgefta ew dixwazin lê bikevin îtîkafê ji wan re eyar bikin.Her wiha ji bo hemwelatiyên me ji bo şiklê herî baş karibin îbadet û taatê xwe bikin em ê hewil bidin.Bi vî awayî em ê ji wan birayên xwe yên ku dixwazin têkevin îtîkafê re rê vedikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.