Mizgefta ku ev 12 sal in hêj xelas nebûye li benda alîkarîya xêrxwazan e

Mizgefta ku ev 12 sal in hêj xelas nebûye li benda alîkarîya xêrxwazan e

Mizgefta ku li Semsûrê ev 12 sal in ji ber sedemên aborîyê xelas nebûye li benda alîkarîya xêrxwazan e.

Li gundika bi navê Karşiyaka girêdayê gundê Buyukkavakliya Semsûrê înşaata mizgeftê ev 12 sal in ku hêj berdewam dike û mizgeft hêj ji ber sedemên aborîyê nehatiye xelaskirin.

Mizgefta ku bi alîkarîya şênîyên gund û xêrxwazan tê çêkirin hatiye li ber xelasbûnê; lê belê hêj ji ber sedemên îqtîsadî xelas nebûye. Cemaata mizgeftê derbarê mijarê de diyar kir ji ber sedemên îqtîsadî bi şikleke kamil çêkirina mizgeftê xelas nebûye û ew li benda alîkarîya xêrxwazan in.

Îmam Xatîbê mizgeftê Mirad Beyaz derbarê mijarê de diyar kir hinek kêmasîyên mizgeftê hene û dû re derbarê mijarê de wiha axivî: “ Niha ji mecbûrî em di cihê şînê de nimêja xwe eda dikin. Lewra xalî, awîze û xeta ceyranê ya camîyê kêm in. Em zehmetîyê dikşînin. Di nava 12 salan de mizgefta me encax hate vî halî. Li gundê me kesên feqîr hene û hemû kes çi ji destên wan tê dikin. Lê belê çev alîkarîya ku dê bikin heta derekê ye.”

Beyaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bo camîyê alîkarîyê berhev dikin lê ev alîkarî heqê ceyranan camîyê bi xwe jî dernaxe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku em di cihê tazîyê nimêj dikin  carinan di wextê tazîyê de tevlîhevî çêdibe. Dema tevlîhevî çêdibe tu bikî nekî em zehmetîyê dikşînin. Di vê mijarê de  pêdivîya me bi alîkarîya xêrxwazan heye.Xweda ji niha ve ji wan kesên ku dê ji me re bibin alîkar razî be. Em li benda alîkarîya kesên xêrxwaz in.”

 “Li mizgefta me cihê destnimêjê tuneye”

Kesê bi navê Mahmud Polatê ku li gund cotkarîyê dike û di birêveberîya komaleya mizgeftê de ye derbarê mijarê de diyar kir camîya wan bi xêra xêrxwazan hatiye vê astê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em niha li benda xêrxwazan in. Xalî û destavên mizgeftê tunene. Wekî din derdora wê jî hêj nehatiye temamkirin. Em di serî de ji şaredarî, walîtî û her wisa ji xêrxwazan alîkarîyê teleb dikin.”

“Xalîyên mizgeftê tunene”

Yaqub Koseyê ji şênîyên gund jî derbarê mijarê de diyar kir gelek kêmasîyên mîna xalî, awîze û destavê hene û dû re wiha axivî: “ Em li cihê tazîyê nimêj dikin, xwarinê dixwin û tazîyeyan qebûl dikin. Ev yek dibe sedema tevlîhevîyê. Ev zêdetirî 10 salan e ku hêj camî nehatîye temamkirin. Xalîyên mizgetê nêzî 50 hezar lîreyê digre. Ger hinek kes di vî warî de ji me re bibin alîkar em ê kêfxweş bibin. Em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”(ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.