Motosîklet li TIRê qelibîn: Mirîyek 3 birîndar

Motosîklet li TIRê qelibîn: Mirîyek 3 birîndar

Li Rihayê 3 motosîklet li TIRekî qelibîn, di encama bûyerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Serê Kanîya Rihayê  3 motosîkletên ku tê îddîakirin bi hev re ketibûn pêşbirkê li ser Rêbeja Serê Kanîyê- Qoserê li TIRekî qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê R.C.Ö., A.Y., A.Ç. û S.D. ji motosîkletan ketin erdê û birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re xeber hat dayîn yekîneyên tendirûstîyê. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Kanîyê.

Ji 4 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn kesê bi navê R.C.Ö. digel temamê midaxeleyan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.