Muhammed Mursî şehîd bû

Muhammed Mursî şehîd bû

Muhammed Mursîyê ku ji teref Sîsîyê darbeker ve hatibû avêtin zindanê di salona mehkemê de şehîd bû.

Hat ragihadin Muhammed Mursîyê  Serokomarê Misirê yê ku ji teref Sîsîyê darbeker ve hatibû avêtin zindanê di salona mehkemê de şehîd bû.

Temsîlkarê Îxwanê yê Tirkîyê û Endamê Meclîsa Şûrayê yê Îxwanê Mîthad Haddad derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Haddad di daxuyanîya ku da de destnîşan kir; rewşa Mursî qet nebaş bû û dema ku di salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.

Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê. Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê ji 3yê Tîrmeha sala 2013an vir ve di zindanan de dihat girtin û rewşa tenduristîyê qet nebaş bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.