Mumîn bê mîrac mîrac jî bê Mescîdê Aqsa nabe

Mumîn bê mîrac mîrac jî bê Mescîdê Aqsa nabe

Wezîrê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormezê ku destnîşan kir Mumîn bê mîrac mîrac jî bê Mescîdê Aqsa nabe bal kişand ku di erdnîgara Îslamê de ji bo ku ewletî û aramî ji nû ve hakim bibe divê ku mirov xwedî li nirxên Mîracê derkeve.

Wezîrê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormezê ku bi wesîla Qendîla Mîracê peyameke weşand destnîşan kir Mumîn bê mîrac mîrac jî bê Mescîdê Aqsa nabe bal kişand ku di erdnîgara Îslamê de ji bo ku ewletî û aramî ji nû ve hakim bibe divê ku mirov xwedî li nirxên Mîracê derkeve.

Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez bi minasebeta Mîraca Qandîlê peyameke lweşand. Gormez diyar kir ku roja Yekşema 23yê Nîsanê dê Qandîla Mîracê were îdraqkirin. Gormez diyar kir ku qandîl îmana di nav dilan û emana li ser axê bi qiwet dike. Dûvre Gormez temenî kir ku ev qandî bibe wesîla milet, Umet û mirovahiyê û Qandîla Mîracê ya hemî Mumînan pîroz bibe.

“Mumînê ku dema serê wî giha secdeyê mîracê dijî divê peyama vê mesaja pîroz bizanibe”

Gormez, bal kişand ku mucîzeya çendîn qern berê pêk hatiye ji bo nirxên Îslamê wateya wê mezin e. Dûvre Gormez wiha pê de çû: “Îro mirovahiya ku hirmet, merhamet û muhebbetê jibîr kiriye; emanetê zayî kiriye, nasnameya xwe winda kiriye û di gîrdaba berjewendî û edawetê de xeniqiye wateya mîracê ya kûr carek din bîne bibîrkirin. Mumînê ku dema serê wî giha secdeyê mîracê dijî divê peyama vê mesaja pîroz bizanibe. Şiûra mîracê lixwe bike û di jer qonaxên jiyana xwe de li pey rêyên manewî bigere. Mumîn bes bi evdîtiya ji Xweda re bi qîmet dibe.”

Gormez wiha destnîşan kir: “Rêya ku di Qadema Şerîf de rêya Mekê bi Qudsê ve girê dide îro di dilê me hemiyan de van her dû bajaran tîne cemhev. Dema ku Hz Îbrahîm Kabeyê înşa dike banga ku ji bo tewhîd, yekitî, biratî û rvditî kiribû îro ji bo Mscîdê Aqsa ziviriye hişmendiya piştgiriya azadî û vejîna Umetê. Divê neyê jibîrkirin ku Mumîn bê mîrac mîrac jî bê Mescîdê Aqsa nabe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.