Mursî bi canê xwe wê xeleka berxwedanê domand

Mursî bi canê xwe wê xeleka berxwedanê domand

Ji bo şehadeta Muhammed Mursî li Diyarbekirê ji teref Sazîyên Civaka Sîwîl ên Diyarbekirê ve daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî hat tertîpkirin.

Ji teref Sazîyên Civaka Sîwîl ên Diyarbekirê ve piştî nimêja nîvro li ber Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê ji bo şehadeta Şehîd Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê yê ku bi darbê ji wezîfeya xwe hat girtin û hat avêtin zindanê û doh li mehkemê şehîd bû daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî hat tertîpkirin.

Girseya ku ji nimêja nîvro derket li ber Mizgefta Mezin kom bû. Pêşî nimêja cinazê hat edakirin û dû re daxuyanîya çapemenîyê hat xwendin. Di dema xwendina daxuyanîya çapemenîyê de bênavber dirûşmeyên “Ji bo zaliman bijî cehennem, Silav li Îxwan” hatin avêtin û tekbîr hatin anîn.

Metna daxuyanîya çapemenîyê li ser navê sazîyan ji teref Suleyman Nazlican ve hat xwendin.

Suleyman Nazlican di destpêka daxuyanîyê de ayeta 23yemîn a Sûreya Ahzabê “Di nav Muminan de gelek mêrxas hene soza ku dan Xwedê, bi cî anîn û hinek ji wan jî li benda bicîanîna soza xwe ne. Ew tu carî soza xwe bi tu guhartinê neguhartine” di bîran xist û destnîşan kir ew cinayetên ku bi destê Sîsîyê darbeker hatibûn destpêkirin hêj berdewam in.

“Mursî bi canê xwe wê xeleka berxwedanê domand”

Nazlicanê ku di  berdewama daxuyanîya xwe de şehadeta Mursîyê ku wek Mûsa li dijî Fîrawnan rawestîya û şehîd bû tebrîk kir û wiha got: “  Muhammed Mursî ji roja ku hatibû avêtin zindanê vir ve zanibû ku ew encax bi şehadetê dikare ji zindanê derkeve ku ew li dijî fîrawnên vê demê berxwedana ku ew ê nîşan bide wisa anîbû zimên ‘Hûn min bixin nav çar dîwaran, ez ê bi dilê xwe we bidim ber keviran, ji vê pê ve dibe ku vegera min tune ye,  ji bo cenneteke ku ez herimê heye. Dibe ku min bi hîssa zaferê bispêrin axê; lê belê ew ê ew artêşa ahê min dê wê bîne xwarê.’ Muhammed Mursî li dijî wan zilmên fîrawnên vê demê li ber xwe da û mucadele kir, tawîz neda û ew jî wek wan pêşîvanên Îslamê yên berî xwe bi canê xwe wê xeleka berxwedanê domand.”

Nazlican di dawîya daxuyanîyê de wisa şehadeta Muhammed Mursî tebrîk kir û got “ Ew Sîsîyê zelîl ê ku zilmê ji selefên xwe dewir standiye, selefên xwe li pey xwe hişt di van salên dawî de bi sedan Misirîyên mezlûm qetil kir. Ew fîrawn û terefdarên wî bila zen nekin ku em ê bi qetlîaman xelas bibin. Bi izna Xweda ew ê xwîna Mursî bibe wesîleya bereketê ya li ser axên Misirê û dê dawî li Sîsyê qatîl bîne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.