Namzedê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê HUDA PARê Faruk Dînç, projeyên xwe ji çapemenîyê re parve kir

Namzedê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê HUDA PARê Faruk Dînç, projeyên xwe ji çapemenîyê re parve kir

Namzedê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê HUDA PARê Faruk Dînç di çarçoveya hazirîya hilbijartinê de, bi endamên çapemenîyê re hat cem hev, Dînç qala hazirîya hilbijartinê û projeyên xwe kir.

“Pirsgirêka ewil a ku welatîyên me tîne ziman ragihanî ye”

Dînç ji tinebûna nexweşxaneya bajêr re bertek nîşan da û îfade kir ku di vî warî de Dîyarbekir bêxwedî hatîye hiştin.

Dînç, “Nifûsa Xarpêtê qasî nîvê Dîyarbekirê jî tineye lê di sala 2018an de li wê derê neşxweşxaneya bajêr hat lêkirin û niha di fealîyetê de ye. Dîyarbekirê jî xîtabê herêmê dike lê nexweşxaneya wî tineye. Dema ku qal dikirin lêbikarana 3-4 milyon lîreyî dihat çêkirin lê niha ku çêbikin ew ê li ser 4 milyar lîreyî çêbikin. Çima? Çîmkî ev memleket di alîyekî de bêxwedî ye.”

Dînç îfade kir ku Dîyarbekir bajarê mezin e lê tramwaya wî tineye, “Em gund gund kolan kolan digerin. Dema ku em bi welatîyên xwe re têne cem hev pirsgirêkan ji me re dibêjin û di serê wan pirsgirêkan de jî pirsgêka ragihanîyê heye. Dema ku xwendekarên me biçin dibistanê û neghêjin otobûsa ewil ew nikarin bikevin dersa ewil û mecbûr dimînin ku li bêvîya otobûsa dinê bisekinin. Xizmeta ewil a ku ew ê ragihanîya nav bajêr be. Derheqê Tramwayê de dibêjin, ‘projeya tramwayê qedîyaye, bûye wek goşt hestîyan, her tişt hazir e.’ Hetta anîmasyon jî ji miletê re hat nîşandan. Anîtina tramway û trêna lezgîn ew ê ragihanîyê baş û hêsan bike.”

Dînç, “Projeya me ya derheqê trambûsê de jî heye. Em ê ji Taxa Sêbîrê heta Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Gazî Yaşargîlê, ji li wê jî heta Nexweşxaneya Bajêr, 500 evler, otoxar û Parqa Newrozê bighêjînin hev. Di heman demê de ew ê feydeya wî ji geştyarî û memleketê re hebe. Projeya me ya teleferîkê jî heye. Projeyekî me yê dinê jî a di warê sivikkirina ragihanîyê de çarrêyên bi pir e.”

“Em ê dîwanên eywanê yên şaredarîyê tehsîsê ciwanên xwe bikin û di warê cihêz û eşyayên malê de ji wan re destekê bidin”

Dînç di berdewama axavtina xwe de projeyên xwe yên derheqê ciwanan de jî qal kir û weha got, “Îro ciwanên me nikarin zewacê xeyal jî bikin. Dema ku zewac were hişê wî mesrefên xanî, eşya û dawetê tên ber çavê wî. Ji xwe hinekên wan jî piştî vê fikrê dev ji zewacê jî berdidin. Hinekên wan cesaretê nîşan didin dizewicin lê ew jî dema ku dikevin nav cîya bi deynan re mijûl dibin û difikirin, Xwedê mihafeze hinekên wan hev ber jî didin. Dema ku hev berdin jî vê carê derdê nefeqeyê derdikeve holê. Em dixwazin ku ji ciwanên xwe re îstîhdamê çêbikin û em ê di warê îstîhdam û zewaca wan de bixebitin. Em ê dîwana eywana aîdê şaredarîyê belaş tehsîsê ciwana bikin.”

Dînç, “Em ê ji bo ciwanên xwe cîhên teknolojîkê wek bernameyên nivîsbarîyê vebikin. Em ê nivîsbarîyê hînê wan bikin, pêşbirkan lidarbixin. Em ê li cem vana cîhên xwarinê jî vebikin, ji pîrekên ku 21 sal zewicandî mane re 3 hezar lîre destekê bidin wan.”

Dînç, di warê îmarê de îfade kir ku ew ê ji her tiştî re îznê îmarê nedin, ew ê li ser axên zîraetê îzîn nedin ku bila xanî bêne lêkirin, ji cîhê erdên zîraetê ew ê ji cîhên çîyayî re îzîn bidin ku bila li wê derê îmar bêne kirin.”

Dînç, “Ji bo ragihanîyê projeyekî me yê bi navê ‘qerta dayîkê’ heye, ev çîye? ev jî ev e ku em ê ji dayîkên ku zarokên wan ê di navbera 0-4 salî de hene re ji bo ragihanîyê qertên belaş bidin wan. Ji xwendekarên me yên ku Dîyarbekirîne û li bajarekî dinê zanîngehê qezenc kirîye re 10 hezar lîre destekê bidin. Ji xwendekarên xwe yên ku zewicandîne û dixweyînin re jî desteka kirê bidin. Em ê ji bo trafîkê lambeyên trafîkê bi aqilmend bikin. Ji bona vêya qedroyên me jî heye. Ji bo astengdaran projeya me ya ‘teqsîya astengdar’, ‘otobûsa astengdar’ hene.”

“Xwedîderketina li ziman û çanda me wezîfeya me ya ewil e”

Dînç, îfade kir ku ew ê di bireveberîya HUDA PARê de ne tenê qadroyên HUDA PARê hebe, di heman demê de ew ê meclîsekî jî hebe û ferdên wê meclîsê jî ji xelkê bê sazkirin. Em ê Dîyarbekirê tev bi hev re îdare bikin.

Dînç derheqê zimanê Kurdî de jî axivî û weha got, “Hem zimanê me hem jî dînê me qîmetên me ne, xeta me yên sor in. Di vî warî de em ê di şaredartîyê de sîstema pirzimanî bidin destpêkirin. Em ê hem di şaredartîya xwe de hem jî di taxên xwe de ji bo mirovên ku dixwazin hînê zimanê xwe yê dayîkê bidin qursan vebikin. Ev qursên me jî ne tenê li gorî mezinan be ew ê li gorî zarokan jî hebe. Em ji şermezarkirina tu kesî natirsin û ne di etra me de ye jî. Çîmkî li gorî me ziman yek ji ayetên Xwedê ye, mihafezekirina vêya ew ê wezîfeya me ya ewil be. Em ê di warê biratî û hevrebûna Kurdan de jî xebatan bikin; em ê ji hemû daxuyanî, axavtin û fealîyetên ku zerarê bide yekîtîya Kurdan xwe dûr bixin. Çîmkî ev memleket gelek êş û janan kişandîye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.