Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê Ramanli ji bo “Kurmancî/Zazakî” meşîya

Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê Ramanli ji bo “Kurmancî/Zazakî” meşîya

Parlamenter û Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bi cil û bergên kevneşopî ji bona ku balan li ser girîngîya zimanê dayîkê bikşîne meşek li dar xist, ji bo bijartina dersa bijarte yê Kurdî/Zazakî bang li gel kir.

Parlamenter û Namzedê Serokê Şaredarîya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bi tevî qelebalixîya bi xwe re bi cil û bergên xwe yên kevneşopî meşek li dar xist.

Di dema meşê de bi tevî Serkan Ramanli; Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Îsa Aydin, Serokê Bajar Davut Şahîn, endamên partîyê, pîrek û zarok bi tevî cil û bergên xwe yên kevneşopî beşdarî bûn.

Piştî nimaja Înê ku li Camîya Şemseddîn Guneş hat kirin meş dest pê kir û heta Ceddeya Gulîstanê berdewam kir.

Di dema meşê de Ramanli ji teref xelkê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û di dema meşê de dîmenên balkêş û xweş hatin dîtin.

Ramanli di dema meşê de daxuyanîyekî çapamenîyê da û çapemenîya xwe jî bi Kurmancî û Tirkî îfade kir.

Ramanli destnîşan kir ku qedexekirina ziman sûcekî însanîyê ye, ev sûc jî di van erdan de bi salan hat jîyankirin.

“Di dibistanan de ji bo bijartina van dersan îmkan hene lê em vêya bi temamî bi kar naynin”

Ramanli diyar kir ku ew cardin naxwazin bila ev sûc bê jîyankirin, “Îro înkara Kurd û zimanê wî tineye. Di dibistanan de îmkana bijartina van dersan heye lê em qasî ku hewceye vêya bikarnaynin. Ji bona ku em vêya bi kar bînin di nav civakê de wezîfeya mezin li ser milê dê û bavan dikeve. Dibe ku em neslekî winda kiribin lê îstîqbala me di destê me de ye. Divê em daîma li hember wan tiştên ku ji fitratê, Xwedê û tebîatê re dijware bisekinin. Ti ziman nikare bê qedexekirin.”

“Em hemûyan di însanîyetê de wek hev in”

Ramanli bal kişand ku ziman yek ji ayetên Xwedê ye, “Yên ku vê ayeta Xwedê înkar dikin tê vê maneyê ku ew ji Xwedê re îsyanê dikin. Em ti kesî ji yên dinê bilindtir nabînin. Çi em ji yekî dinê bilindtir in û çi jî yekî dinê ji me bilindtir e. Em tev di însanîyetê de wek hev in.”

“Divê hemû partîyên sîyasî jî wezîfeya ku li ser milê wan dikeve bi cîh bînin”

Ramanli îfade kir ku ew wek HUDA PARê, bi xwedîderketina zimanan a ku Xwedê bexş kirîye wezîfeya ku li ser milê wan dikeve qasî ku ji wan tê bi cîh tînin, di berdewama axavtina xwe de weha got:

“Em dixwazin ku bila hemû partîyên sîyasî ev wezîfeya ku li ser milê wan jî dikeve bi cîh bînin. Em dixwazin ku bila êdî rîspîyên me, xwendayên me, rojnamegerên me û nivîskarên me xwedî li vê karê derkevin. Bila xwedîderkevin ku îstîqbala me tarî û tune nebe. 100 sal berê di nav Kurdan de Kurmancî/Zazakî ji sedî sed dihat axavtin lê mixabin li gorî lêgerînan ev ketîye heta sedî 20an.”

“Ew ê qeweta tu kesê qîm neke ku me ji hev cuda bike, me parçe bike û me ji hev re bike neyar”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha destnîşan kir, “Ger ku em îro van firsedan neşixulînin, ji îro ve tedbîran nestînin em ê sibe di kolanên xwe de ti kesekî ku bi zimanê me diaxive wê nebînin.” Û dûre wî axavtina xwe weha dawî kir, “Ev tişt di destê me de ye. Niha îmkanên dewletê jî ji vê tiştê re bikar tê. Divê em jî van îmkanan heta dawîyê bikarbînin û di raya giştî de pêşîya zimanê dawîkê vebikin. Perwerdehîya bi zimanê dayîkê mafekî ye. Bi îzna Xwedê em ê vana hebo hebo bidestbixin. Em bi tevî 85 milyon însanan dikarin li ser vê welatî û di nav yekîtîyê de û bi xûşk û biratîyê bijîn. Me vê tiştê di Çeneqqeleyê de û di 15ê Tîrmehê de îspat kir. Bi îzna Xwedê ew ê qeweta ti kesî qîm neke ku me ji hev cuda bike û me parçe bike. Ew ê Kurd jî li ser van axan wek Kurd bimînin, Tirk jî wê wek Tirkan bimînin. Ew ê herdu jî li vê welatê wek xûşk û birayan bijîn.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.