Nanpêjan, di meha Remezanê de xebatên xwe di nav zor û zehmetîyê didomînin

Nanpêjan, di meha Remezanê de xebatên xwe di nav zor û zehmetîyê didomînin

Firinvanên ku di meha Remezana siltanê 11 mehan e de ji xelkê re nan lêdixin, digel zor û zehmetîyan karên xwe didomînin.

Firinvanên ku di meha Remezanê de zêdetir dixebitin, ji bona ku xelk ji fitarî û paşîvên xwe re nan bibin micadeleyê dikin.

Firinvanan îfade kirin ji ber ku rojî di nav hewaya hênik de derbas dibe ew ji vê rewşê gelek kêfxweş in.

“Vê salê em di rojîyê de zehmetîyê zêde nabînin”

Mehmet Tunç ku westayê pijandina nan e destnîşan kir ku rojî di nav hewayên hênik de derbas dibe, “Em berîya meha Remezanê di seat 06.00an de dihatin firinê û heta 7ê êvarê dixwebitîyan. Niha ji ber meha Remezanê di seat 12.00an de têne firinê û heta 03.00ê şevê dixebitin. Em fitarîya xwe li vê derê vedikin. Ji ber ku îsal hewa hênik e em di rojîyê de îsal zehmetîyê pir nakşînin elhemdulîllah. Dema ku hewa germ be di rojîtîyê de hûn bixwazin nexwzin em hinek zehmetîyê dikşînin. Em bi vê şeklê hem rojîya xwe digrin hem jî dixebitin. Em ê heta serê sibeha Îdê bi vê şeklê bixebitin.”

“Elhemdulîllah, hem dixebitin hem jî rojîya xwe digrin”

Hakîm Kaya îfade kir ku ew digel zehmetîyê dîsa jî rojîya xwe digrin, “Ez westayê pijandinê me. 4-5 sal e vê karê dikim. Em berîya Remezanê di seat 06.00an de dihatin firinê, heta nimêja mexrîbê dixebitîyan. Niha jî ji ber Remezanê me seatên xwe veguhert. Em di seatên nîvroyê de dest bi kar dikin, heta paşîvê dixebitin. Hinek zorîtîyê dibînin lê Hemd ji Xwedê re em îdare dikin û Xwedê jî alîyê me dike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.