Nasrallah: Qerara Trump bo îsraîlê sîyonîst destpêka dawîyê ye

Nasrallah: Qerara Trump bo îsraîlê sîyonîst destpêka dawîyê ye

Sekreterê Giştî yê Hîzbullah Nasrallah xîtabî xelkê ku qerara şerr a Serokê AmerîkaTrump şermezar dikir kirû diyar kir qerara Trump bo îsraîlê sîyonîst destpêka dawîyê ye.

Li başûrê Lubnanê xelk bo qerara Serokê Amerîka Donald Trump a Qudsê wek paytexta sîyonîstan nakirinê protesto bike xwe berda kolanan. Sekreterê Giştî yê Hîzbullah Nasrallah di xwepêşa ku hat lidarxistin de axavtinek kir û diyar kir qerara Trump bo îsraîlê sîyonsît destpêka dawîyê ye.

Nasrallah di berdewama axavtina xwe de bo xelkê Fîlîstînê piştgirîyên xwe anî zimên û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta ku Misliman û Xirîstîyan bi şikleke azad karibin îbadetên xwe bikin em ê li ba Qudsê bin. Xelkê Fîlîstînê dibêje ‘em ê bi milyonan şehîdan bidin û dîsa biçin Qudsê.’ Amerîka û îsraîl bi veguhastina seferata Amerîka li Qudsê dixwaze ku ev yek bo Qudsê bibe destpêka dawîyê; encax înşaallah ew ê qerara Trump bo îsraîlê sîyonîst bibe destpêka dawîyê.”

ÎLKHA

 






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.