"Navê Atîlla Ugur heyama faîlên nediyar tîne bibîranîn"

"Navê Atîlla Ugur heyama faîlên nediyar tîne bibîranîn"

MÊRDÎN - Serekeşîrên herêmê diyar kirin ku Hasan Atîlla Ugurê leşker ê teqewîdbûyî yê ku navê wî bi cinayetên faîlên nediyar ên salên 90an de dihat zikirkirin li pey provaqasyonan e û gelê Kurd hedef girtiye.

Serekeşîran li Qoserê ji idîayên wek piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê dê li herêma rojhilata başûr raperînekî 2 yemîn pêk were û Îngîlîzan deynê eşîretên li herêmê dane re betekên tund nîşan dan.

Lîderên eşîran ên ku ji ÎLKHAyê re axivîn daxuyaniyên Hasan Atîlla Ugurî wek aqandal nirxandin û destnîşan kirin Ugurê ku bi cinayetên faîlên nediyar ên salên 90an de dihat zikirkirin li pey provaqasyonan e û gotinên wî elametê felaketekî nû ye.

“Gelê Kurd wek hedef tê nîşandan”

Serekeşîrê Kahramanê Şêx Ebdûrrehman Kahraman diyar kir ku Hasan Atîlla Ugur bi gotinên xwe gelê Kurd dike hedef û ev yek jî lîstikek e.

Kahraman diyar kir heke ku ji dîrokê ders were hilgirtin dîrok tekerûr nake. Dûvre Kahraman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek milet me ji dîrokê êbret hilgirtiye û dê em misade nekin da ku dîrok tekerûr bike. Heyamekî di derheqê Hezretê Şêx Seîd de derewên wiha hatin kirin û wî birin îdamê. Em vî yek gelek baş dizanin. Di derbarê Şêx Seîd de gotin; ‘ew zilamê Îngilîzan e, li ser navê Îngilîzan dixebite û ji wan pere sitandiye.’ Belkû ev şano wê çaxê girt lê niha bi îzna Xweda dê ev negire.”

“Ez vî îthamê bi tundî şermezar dikim”

Kahraman diyar kir ku rîspiyên êşîrên Qoserê û mezinên wir hevdû baş nas dikin û bi hev re mezin bûne û baweriya wan jî yek e. Dûvre Kahraman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bawer nakim  ku tu eşîrên Qoserê di lîstikekî wiha de bilîze û xiyanetê bike. Ez hemî Qoseriyan tenzih dikim. Ez vî îthamê bi tundî şermezar dikim. Ez li ser navê rîspiyên eşîrên Qoserê vî yekê şermezar dikim.”

“Em neviyên lîderê ku bi hemî eşîra xwe ve beşdarê Herba Cîhanê ya Yekemîn bûye ne”

Kahraman belav kir ku li Qoserî yekitî û biratî heye û ew qet nehatine firotin û destûr nedane vî yekê. Dûvre Kahraman wiha pê de çû: “Di sala 1914an de lîderên eşîran bi xizm, hesp û çekên xwe beşdarê Herba Cîhanê ya Yekemîn bûne. Kalê min Şêx Muhemmed wê çaxê bi wesfê serpele beşdarê cengê bûye. Em neviyên lîderê ku bi hemî eşîra xwe ve beşdarê Herba Cîhanê ya Yekemîn bûye ne. Ev idîa qethiyen rast nîne.”

“Navê Atîlla Ugur heyama faîlên nediyar tîne bibîranîn”

Hamît Kiliçaslanê serekeşîrê Kîkî Xelecanê diyar kir ku ew bixwe jî mexdûrê derbeya 12ê Îlonê ye û nêzî 27 salan mecbûr maye derveyê welat de jiyaye. Kiliçaslan di derbarê idîayên Ugurî de wiha destnîşan kir: “Navê Atîlla Ugur faîlên meçhul ên salên 1990an tîne bîra me. Ji xwe diyar e ku ev li Kurdistanê çawa tên zanîn. Di naveroka nirxandina Hasan Atîlla Ugur de hinek tiştên veşartî hene. Ez van gotinan elametê felaketek û provoqasyonekî nû dibînim. Lewra Hasan Atîlla Ugur wek rêkûpêka çerxekî tê zanîn.”

“Ev gotin elametê felaketekî nû ye”

Kiliçaslan diyar kir ji ber bûyerên salên 90an genereal û leşker nedihatin darizandin. Kiliçaslan diyar kir divê leşkerên ku li herêmê komplo lidardixistin jî werin darizandin. Her wiha Kiliçaslan diyar kir ku Hasan Atîlla Ugur jî ji van kesan yekî ye.

Kiliçaslan di dawiya axavtina xwe de wiha belav kir: “Ev gotin elametê felaketekî nû ye. Ez van gotinan rast nabînim. Gor min ev çewt in û ev dengê pêyên felaketê ne.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.