Navê mezlûmîyetê Helepçe

Navê mezlûmîyetê Helepçe

30 sal berê dîktatorê Iraqê li bajarê Helebçeyê ya Başûrê Kurdistanê bi gazên kîmyewî zêdetirî 5 hezar Kurdî qetilkiribû.

30 sal berê, dîktatorê Iraqê Sedam Husên, di 1988an de gazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bi ser bajarê helebçe û bajarokên derdora wê de barandibû. Bi carekê zêdetirî 5 hezar kurd hatibû şehîdkirin, dora 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Îro yek ji şermên herî mezin yên însanîyetê, salvegera qetlîama Helebçeyê ye. Komkujiya Helebceyê bûyerek e ku di 16ê Adara 1988'de  de qewimî. Dema balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî   barandine ser bajarê  Helepçeyê.  Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man. Di nava kurdan de bi navê 'enfal' jî tê bi navkirin. Enfal navê komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejima Bees ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.

Pey komkujîyê gelek kurd xwe li Tirkiye û Îranê girtin. Malzemêyên kîmyasalê ji aliyê Emrîka, Belçîka, Îngîltere, Elmanya û çend welatên mustekbîr ve ji Sedam re hatibûn şandin. Şîrketên yahûdiyan jî di veguhastina van malzemeyan de dixebitîn.

Komkujiya Helebçeyê, êrîşek ji operasyonê 'Enfalê' bû. Tê gotin ku nêzî 200 hezar kurd, di çarçoveya operasyona Enfalê de hatine kuştin. Qetlîama han heta dereng ji aliyê camiaya navneteweyî nehat dîtin. Lewra wan zemîna qetlîamê hazir kiribû. Gava ku karê Sedam xelas bu, zilamê nayêxwestin hat îlankirin, komkujiya Helebçeyê ket rojevê.

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyêi , ji bo bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê  ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qirq, kezeb û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz  Sedem Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîed ê bi navê 'Eliyê Kîmyevwî' bûn. Herdu hatine girtin û Sedam Huseyn di 30'ê kanûna pêşîn a 2006'an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyawî jî di 25'ê kanûna paşîn a 2010'an de hat daleqandin.

İLKHA






































































































































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.