Navên sehabîyan ji bo herêmê şeref e

Navên sehabîyan ji bo herêmê şeref e

Welatîyan ji qerara Şaredarîya Bajêra Mezin a HDPyî re bertek nîşan dan û destnîşan kirin “Navên sehabîyan ji bo herêmê şeref e.”

Di dema qayyûma ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hatibû wezîfedarkirin de navê Îyaz Bîn Xanemê ku fermandarê fetha Diyarbekirê bû li kolana ku nû hatibû vekirin hatibûn dayîn. Şaredarîya HDPyî cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamê û nirxên Îslamê nîşan da û tabelaya kolana ku navê Îyaz Bîn Xanem lê hatibû dayîn guhart û navê hukumxwarê PKKyî yê bi navê Dr. Îlhan Dîken da kolanê.

Walîtîya Diyarbekirê vê qerara ku ji teref Şaredarîya Bajêra Mezin ve hatibû dayîn red kiribû; lê belê digel vê redkirinê şaredarî doh êvarî navê kolanê guhart. Ji ber vê yekê Walîtîya Diyarbekirê di wextên şeveqê de wê tabelaya nû ya ku ji teref şaredarîyê ve hatibû amadekirin ji cihê wê rakir.

HDPyîyê ku ji Îslamê û nirxên Îslamê re dijmintî dike di wan rojên borî de jî birayara xerakirinê 4 mizgeftên li Kayapinara Diyarbekirê dabû.

Welatîyên ku ji vê qerarê aciz bûn ji Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê ya HDPyî re bertek nîşan dan û derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Mehmet Eroglu: Em Misliman in û ji bo me çavkanî Qur’an Kerîm. Li gorî Îslamê mudaxelekirina li camîyan, girtina wan û xerakirina wan cinayet e, şeytanî ye. Bi gotineke din ji şeytan re xizmet kirine. Divê bê zanîn ku navê sehabîyan ji bo herêmê şeref e. Lê belê hinek kes dixwazin nirxên Îslamî ji holê rakin. Dema ku ev kes hêz dikeve destê wan hewl didin Mislimanan ji dînê wan dûr bikin û dixwazin wan asîmîle bikin.

Mehmet Gokgoz: Ew kesên ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê de xelkê derxistin derve ji muqaddesatên Îslamê re destdirêjî bikin. Divê tu zanibî ku karê te  xizmetkirina ji xelkê re ye. Karê ne ji holê rakirina muqaddesatên me ne.

Ridvan Çoban: Şaredarî êrîşî nirxên Îslamî dike. Em van qerarên şaredarîyê şermezar dikin. Divê şaredarî ji gel lêborîna xwe bixwaze.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.