1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Naxwazin cardin ji ber mayinên windabûyî hinek kesên dî jî bimrin
Naxwazin cardin ji ber mayinên windabûyî hinek kesên dî jî bimrin

Naxwazin cardin ji ber mayinên windabûyî hinek kesên dî jî bimrin

Li Asmakayaya gundê Solaxana navçeya Çewlîgê mayînên ku berî niha ji bo ewlehîya qereqolê di nav zeviyan de hatibûn dayîn heta niha bûn sedema mirina 3 gundiyan.Şêniyên gund daxwaz dikin bila êdî ti kes ji ber van mayinan nemirin.

A+A-

Şêniyên gundê Asmakayaya girêdayê Solaxana Bîngolê diyar kirin mayînên ku ji bo ewlehiya qereqolê hatibûn danîn di sala 1997an de hatine paqijkirin; lê ji van mayînan 33 heb ji ber ku nehatine dîtin gundî ji canê xwe ditirsin.

Di salên 90î de li gundê Asmakaya Solaxana Bîngolê ji bo ewlehiyê li derdora qereqolê di nava 100 donimî de tev de 208 mayîn hatine danîn. Piştî ku tehdîda ewlehiyê ji holê rabû re di sala 1997an de dest bi paqijkirina mayînan hat kirin. Piştî ku xebatên paqijkirinê xelasbûn re 33 mayînên ku di nav erdan de hatibûn danîn nehatin danîn û ji wwê rojê vir ve  şêniyên gund ji ber hebûna van mayînan ditirsin, lewra heta biha 3 gundî ji ber van mayînên windabûyî jiyana xwe ji dest dane.

“Ewlehiya gundîyan tuneye”

Ji şêniyên gund kesê bi navê Îhsan Karici derheqê mijarê de diyar kir ew mayînên windabûyî heta niha bûne sedema mirina 3 gundiyan û birîndarbûna gundî û serpelekî. Karci di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Di salên 1990an de me gelek zehmetî kişand. Me gelek caran ji kesên rayedar re qala van mayînên windabûyî kir, lê belê qet paqij nekirin. Ji bo ewlehiyê li derdora qereqolê di nava 100 donimî de tev de 208 mayîn hatin danîn. Piştî ku tehdîda ewlehiyê ji holê rabû re di sala 1997an de dest bi paqijkirina mayînan hat kirin. Piştî ku xebatên paqijkirinê xelasbûn re 33 mayînên ku di nav erdan de hatibûn danîn nehatin dîtin. Ev mayînên ku nêzî 20 salan e nehatine dîtin him dibin sedem ku erden nêzî 100 donimî bêyar bimîne û him jî dibe sedema xetereyan. Ewlehiya gundîyan tuney. Pêwîst e dewlet ji bo vê çareyekê bibîne.”

Şêniyê bi navê Asif Karci jî derheqê mijarê de diyar kir ew mayînên ku diviyabû heta niha hatibana paqijkirin ev nêzî 30 salan e ku hêj nehatine dîtin û ev mayîn heta biha bûn sedema mirina çend gundîyan.





































Bu haber toplam 247 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.