“Ne bi tabûrê pêwîst e rûniştî nimêj bê edakirin”

“Ne bi tabûrê pêwîst e rûniştî nimêj bê edakirin”

DİYARBEKİR - Miftiyê Bajêra Diyarbekirê Burhan Îşlîyen di derbarê fetwaya ku ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve di derbarê li camiyan li ser tabûreyan kirina nimêjê de hatibû dayîn de nirxandinan kir û destnîşan kir divê cemaeta camiyan li ser tabûreya

“Ew kesên ku di piyên wan de êşeke hindik heye  li ser tabûreyan rûdinin û secde û rûkuyê nakin.”

Îşlîyen di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ew daxuyaniya ku ji teref Lijneya Bilind a Karên Dîn a Serokatiya Karên Diyanetê ve di derbarê mijarê de hatiye dayîn ne daxuyaniyeke nû ye. Ev daxuyanî berî niha jî hatiye dayîn. Weke tê dizanîn li camiyan di van pêlên dawî de tabure  û rûneştek zêde bûn. Hetta li hinek camiyan ev yek hatine sabîtkirin. Ev yek ji hêla adaba mizgeftê ve rewşeke bi xeter e.Zêdebûna vê yekê xetereya guhartina şiklê nimêjê derdixe holê.Însanên me yên ku li derve dikarin birêve biçin, baz bidin û hetta sporê bikin dema ku tên camiyê ji ber ku di piyên wan de êşeke hindik heye  li ser tabûreyan rûdinin û secde û rûkuyê nakin.Naxêr, divê pêşiya vê yekê bê girtin.Serokatiya Karên Diyanetê jî vê yekê kir.”

 “Kirina nimêja bi îmayê divê di rewşên zarûrî de bê tercîhkirin”

Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê cemaeta camiyê di warê kirina nimêja li ser tabûreyê de bê ronîkirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Mislimanek dema ku ji ber nexweşiya xwe nikaribe li ser piyan nimêj bike wê demê divê rûniştî nimêja xwe eda bike.Ger ku nikaribe li ser çokên xwe nimêjê bike, dikare lingên xwe bi ber qiblê ve dirêj bike û  nimêja xwe eda bike.Ger ku nikaribe rûniştî jî nimêja xwe eda bike hema di cihê ku lê rûniştiyê de bila balgefekê têxe bin serê xwe û bi îmayê nimêja xwe eda bike.Di dînê Îslamê de terikandina nimêjê nîne.Li ser tabûrê kirina nimêjê ji hêla dîn ve tiştekî nerast e.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.