Nedîyarîya Sîyasî Ya Li Iraqê

Nedîyarîya Sîyasî Ya Li Iraqê

Li Iraqê nedîyarîya sîyasî ya ji bo wezaretên karên hundir û parastînê dewam dike.

Li İraqê namzetên ji bo wezaretên karên hundir û parastinê yên ku serokwezîr Haydar îbadî pêş kiribûn, hê ji meclîsê pêbawerî hilnedane.

Piştî hilbijartinên 30ê Nîsanê di 8ê îlonê de, kabîneya serokwezîr Haydar Îbadî ji meclîsê pêbawerî hildabû. Ji bo wezaretên vala dengdayîn pêk hat. Tenê wezîrê çavkaniyên avê Muhsîn Usfûr Şemrî rayên têra xwe wergirt û dest bi wezîfeyê kir.

Namzetê ji bo Wezareta Tûrîzmê yê ji partiya Nûrî Malikî têra xwe rayê negirt. Ji bo namzetên wezaretên karên hundir û parastinê dengdayîn pêk hat. Namzetê ji bo wezareta karên hundir Riyad Ğerîbê ji îttîfaka mîllî ya şîî 117 rayê, namzetê ji bo wezareta parastinê Cabîr Cabîrîyê ji Hêzên Mîllî yên Sunnî jî 107 rayê girtin û li meclîsê pêbawerî hilnedan.

Sibê ew ê ji bo wezaretên han dîsa dengdayîn pêk bê.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.