Neslê me yê ciwan beşdarî vê îmtîhanê bû ku ev yek qezenceke mezin e

Neslê me yê ciwan beşdarî vê îmtîhanê bû ku ev yek qezenceke mezin e

​Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Yahya Ograş destnîşan kir “Neslê me yê ciwan beşdarî vê îmtîhanê bû ku ev yek ji hêla hînkirina jiyana Resûlê Xwedê ve qezenceke mezin e.”

Yahya Ograşê Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember derbarê Îmtîhana Sîyerê ya ku îro hat tertîpkirin de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da. Ograş di daxuyanîya ku da de Îmtîhana Sîyerê nirxand û destnîşan kir îsal li  74 bajêran îmtîhan hatiye tertîpkirin.

Ograş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir îmtîhan bêproblem derbas bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji sala 2012an vir ve ev îmtîhan bi şikleke birêkûpêk tê tertîpkirin. Exlebe gelê me hînî vê îmtîhanê bû û gelê me her ku diçe eleqeyeke mezin nîşanî îmtîhanê dide. Em jî wek Platforma Evîndarên Pêxember ji vê yekê re bûn wesîle û em ê vê wesîlebûna xwe bidomînin. Ji hemû derdorê însan beşdarî vê îmtîhanê bûn.”

“Înşallah ew ê ev yek bibe wesîle ku em ji şefaata Resûlullah nesîbdar bibin û bibin cîranê wî”

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir hemû kesên ku ketin îmtîhanê winda nekirin û zirar jî nekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mamoste û birayên me yên perwerdekar bi şikleke dildar di  vê îmtîhanê de wezîfe kirin. Em ji van birayên xwe re teşekur dikin, mala wan ava be. Înşallah ew ê salên were jî îmtîhanên me bi vî şiklî berdewam bike. Ev îmtîhan di bin navê ‘Wî Bixwîne û Jiyana Wî Tetbîqî Jiyana Xwe Bike’ hat tertîpkirin. Înşallah ew ê ev yek bibe wesîle ku em ji şefaata wî nesîbdar bibin û bibin cîranê wî. Em bi vê niyet û îradê ketin vê rêyê.”

 “Îsal 180 hezar kes ji bo îmtîhanê serîlêdan kir”

Ograş di berdewama axavtina xwe de derbarê hejmara kesên ku îsal ketin îmtîhanê de wisa nirxandinan kir: “Îsal 180 hezar kes ji bo îmtîhanê serîlêdan kir. Dibe ku ev yek bi wan salên borî re bê qiyaskirin; lê belê li hinek deran astengî derket û dû re ev yek hat çareserkirin. Ji ber vê yekê ji ber van problem û astengîyên ku derketin dibe ku hejmar bê guhartin. A mûhîm qezenckirina riza Xwedê ye û vê yekê berdewam kirin e. Ji hejmara kesên ku beşdarî vê îmtîhanê wirde a muhîm ji bo riza Xwedê kirina vê îmtîhanê ye…  Di hedefa xebatên weqfa me de ev heye. Zarokên me û nesla me ya ciwan beşdarî vê îmtîhanê dibin ku ev yek ji hêla islhkirin û îhyakirina civakê û hînkirina jiyana Resûlê Xwedê ve pir muhîm e û qezenceke mezin e.”

Ograş di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê pirsên Îmtîhana Sîyerê îşev di Rehber TVyê de bi bernameya ku dê bê tertîpkirin bên çareserkirin û encam jî dê 10-15 roj şûnde bên daxuyandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.