Neteweyên Yekbûyî: Amerîka û artêşa Efxanistanê 305 kesên sîwîl qetil kirin
Neteweyên Yekbûyî ragıhand, Amerîka û artêşa Efxanistanê di 3 mehên ewil a vê salê de305 kesên sîwîl qetil kirin.
Ji teref Mîsyona Alîkarîyê ya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî ve derbarê sîwîlên ku li Efxanistanê hatin qetilkirin de raportek hat weşandin.
Di rapora ku hat weşandin de hat destnîşankirin Amerîka û artêşa Efxanistanê di 3 mehên ewil a vê salê de 305 kesên sîwîl qetil kirin.
Di berdewama raporta ku hat belavkirin de hat destnîşankirin mirinên sîwîlan ên ku Amerîka û hikûmeta Efxanistanê bûye sedema wan ji sedî 39 zêde bûne.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.