1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nexweşxane, mekteb û avahî di bin avê de man
Nexweşxane, mekteb û avahî di bin avê de man

Nexweşxane, mekteb û avahî di bin avê de man

Ji ber barana ku li Qoserê zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîyê nexweşxaneya dewletê, mekteb û avahî di bin avê de man.

A+A-

Li Qosera Mêrdînê ji ber barana zêde ya ku di wextên nîvro de barîya lehî rabû. Di encama lehîya ku rabû Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, Mekteba Navîn û Seretayî ya TOKÎyê û gelek avahî û kargeh di bin avê de man.

Ji ber ku nexweşxane di bin avê de man doxtor piştî nîvro nexebitîn û nexweşên ku hatibûn nexweşxanê jî vegerîyan malên xwe. Ji bilî vê gelek dikan û mal di bin avê de man û zirar dîtin.

Ekîbên îtfaîyê yên Qoserê û yên ku ji navçeyên din hatibûn hewl dan avê tahlîye bikin. Welatîyên ku malên wan di bin avê de man diyar kirin ekîbên îtfaîyê dereng mudaxeleyî bûyerê kirin.

“Me nêzî 5-6 seatan li îtfaîyê gerîya, nehatin”

Dîyadîn Sozgenê ku derbarê bûyerê de axivî, diyar kir digel destpêka baranê av daye jêrzemîna avahîya wan û wiha got: “Me li şaredarîyê gerîya, bersiv nedan. Niha jêrzemîn di bin avê de maye. Panoya ceyranê û hemû tişt di bin avê de ye. Îtfaîye piştî 5-6 seatan hat, niha avê tahlîye dikin, lê ev av encax heta sibe bê tahlîyekirin.”

 “Nexweşxane, mekteb û avahî di bin avê de man”

Welatîyê bi navê Firat Înal jî diyar kir ji ber barana ku barîya û lehîya ku rabû mekteb, nexweşxane û avahî di bin avê de man û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku panoyên ceyranê di jêrzemînê de bû me gelek zêde zehmetî kişand. Ji ber lehîyê nexweşxane di bin avê de ma û nexweş ji xestê hatin tahlîyekirin. Mekteb hatin tatîlkirin û xwendekar hatin tahlîyekirin. Me gelek zêde zehmetî kişand. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku demildest midaxeleyî van bûyeran bikin. Me gazî wan kir, lê nehatin ku me  ji ber vê yekê zehmetî kişand. Hatin, lê belê dereng hatin. Niha dikin avê tahlîye bikin, lê ew jî bi problem xuya dike, av dereng derdikeve.”

ÎLKHA

Bu haber toplam 751 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.