Nişteciyên Taxa Kaynartepê bendewarê rojên berê ne

Nişteciyên Taxa Kaynartepê bendewarê rojên berê ne

DİYARBEKİR - Nişteciyên Taxa Kaynartepeya Navçeya Baglarê ya Diyarbekirê bîriya rojên bêriya qedexe û pevçûnan dikin.

Nişteciyên Taxa Kaynartepeya Navçeya Baglarê ya Diyarbekirê bêriya rojên beriya qedexe û pevçûnan dikin. Piştî ku li herêm şer dest pê kir PKKyiyan li Taxa Kaynartepeya Baglarê berîqet saz kirin û çal vedan û ji ber vî yekê qedexeye derketina derve dest pê kir.

Li Taxê ji ber ku şer û qedexe hebû esnaf û nişteciyên taxê ji vî yekê bi şiklekî neyînî bandordar bûn. Piştî ku ev qedexe rabû ji ber zirar û mexdûriyetên ku nişteciyên taxê dîtibûn hêj jî nehatine hemdê xwe. Ji ber vî yekê nişteciyên taxê bêriya rojên berê yên taxê dikin.  

Ji taxê gelek malbat koç kirin. Karê esnafê sekineye û behayê malên firotinê kêm bûye û kira zêde bûne. Li taxa ku diltirsî didome berîqetên ku zirarê daye taxê tê dîtin.

 “Ji ber pevçûnan behayên malên li taxê ketine”

Kasim Emreyê ku nêzê 20 sale emlaqfroşî dike diyar kir ku beriya pevçûnan 2 avahî firotiye. Dûvre Emre wiha pê de çû: “Kesên ku derfetên wan hene ji vir diçin û li taxên din bicî dibin. Yên feqîr jî wek perîşan û belengaz di holê de dimînin. Niha di destê min de 15 avahiyên kirayê hene û ji 20an zêdetir jî avahiyên firotinê. Lê mişterî tunin. Berê dema hêj kirêdar dernediket me malê ji bo kirê dikariya bidaya yekê din. Niha ev 6 meh e ku avahî vala ne. Lê tu kes napirse jî.”

Emre destnîşan kir ku ji ber pevçûnan rewşa wî ya aboriyê gelek xirab bûye. Dûvre Emre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez 20 sal e ku vî karê dikim. Lê karûbar tune. Dê dawiya vî yekê çawa bibe, dê çawa bimeşe em nizanin. Niha em tu karî nakin. Carinan di destê me de perê çayê jî tune. 4 zarokên min hene. Naxebitin.”

 “Li taxê niha nediyarî heye û rewş qet baş nînin”

Emre bang li rêvebiran kir û dûvre wiha belav kir: “Rewşa taxa me baş naxwiyê. Dema ku saet dibe 20.00 tu kes derve namîne. Esnafê taxê niha tu karî nake û hinek ji wan dikanên xwe asê dikin. Niha li taxa me nediyarî heye û rewş qet baş nînin. Heke taxa me biziviriya rojên xwe yên berî dê gelek baş bûbûya.”

Ji esnafan Haci Gençer diyar kir ku di taxê de diltirsî heye, gelek malbat ji taxê koç kirine û esnaf jî nikare bixebite. Her wiha Gençer dest nîşan kir dema ku dibe êvar tu kes namîne derve. Dûvre Gençer wiha axivî: “Bes di avahiya ku ez tê de dijîm de 8 malbat derketin. Di apartmana kêleka me de bes 6 malbat ma. Bi taybet tebeqeyên yekem hatin valakirin. Ji ber pevçûnan koç çêbû. karê me ji vî koçê neyînî bandordar bû.”

Gençer diyar kir ku diltirsiya gel didome. Gençer dûvre wiha pê de çû: “Êvaran wesayîtên bi zirx dizivirin. Gel diltirs e û ditirse. Dema ku dengek ji derve tê gel bi tirs li derve mêze dike. Em ji rêvebiran dizwazin ku bila dest biavêjin vî semtê û mexdûriyetan ji holê rakin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.