Niştina ewil a êrîşa ku li Midûrê Vuslat FMê hatibû kirin hat dîtin

Niştina ewil a êrîşa ku li Midûrê Vuslat FMê hatibû kirin hat dîtin

EDENE - niştina ewil a doza ku di derbarê êrîşa molotofî ya ku li mala Gokhan Dagtekînê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Vuslat FMa Edenê ye hatibû kirin hat dîtin.

Di Dadgeha Cezaya Girana 2 yemîn a Edenê de niştina ewil a doza ku di derbarê êrîşa molotofî ya ku li mala Gokhan Dagtekînê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Vuslat FMa Edenê ye hatibû kirin hat dîtin. Ew doza ku bersûcê bi navê Sîpan Somer (20) derket hemberê hakim taloqê 7 hezîrana 2016an bû.

Doza ku di Dadgeha Cezaya Girana 2 yemîn a Edenê de hat dîtin Midûrê Weşana Giştî ya Vuslat FMa Edenê Gokhan Dagtekîn û parêzerên wî beşdar bûn. Di niştina ku bersûc Sîpan Somer (20) jî li wir hazir bû parêzerên Dagtekînî, bersûc û parêzer yek û yek hatin guhdarkirin.

Bersûc Sîpan Somer êrîşa ku li Dagtekînê ji teref wî ve hatiye kirin qebûl nekir. Parêzerên Dagtekînî jî diyar kirin ku ku Somer wek beşdar di êrîşê de hatiye teşpîtkirin.

Dagtekîn destnîşan kir ku ji bersûcê gilîdar e û bûyerê bi hûrgilî anî ziman. Lijneya dadgehê piştî ku parêzerên Dagtekînî, bersûc û parêzerên din guhdar kir biryara taloqa dozê da. Doz dê di 7ê Hezîrana 2016an de were dîtin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.