NY, YE, Îngîltere û Rûsya di warê Girên Golanê de bertek nîşanî Amerîkayê dan

NY, YE, Îngîltere û Rûsya di warê Girên Golanê de bertek nîşanî Amerîkayê dan

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa, Îngîltere û Rûsya ji qerara Serokê Amerîka Donald Trump a derbarê Girên Golanê de bertek nîşan dan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.

Piştî vê qerara Amerîka re Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa, Îngîltere û Rûsya ji qerara ku hat dayîn re bertek nîşan dan.

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa, Îngîltere û Rûsya ji rewşê re wisa bertek nîşan dan:

Berdevkîya Yekîtîya Ewrûpa: “Helwesta me nehat guhartin. Girên Golanê jî di nav de em desthilatdarîya îsraîl a li ser axên ku ji sala 1967an vir ve hatine îşxalkirin nas nakin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric: “Statuya Girên Golanê nehat guhartin. Polîtîkaya  Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Golanê de di qerarên Konseya Ewlehîyê de diyar e.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova: “ Ev qerar li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Îngîltere: “ Biya me Girên Golanê ew ax in ku di bin îşxala îsraîlê de ne. Me îlhaka îsraîl a di sala 1981an de nas nekir û em ê nas nekin jî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.