NY: Zêdetirî 600 hezar zarok li Nîjeryayê bi birçîbûnê re rû bi rû ne

NY: Zêdetirî 600 hezar zarok li Nîjeryayê bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku zêdetirî 600,000 zarok li wîlayetên bakur-rojhilatê welat ji ber birçîbûnê di talûkeya mirinê de ne û heke di nav şeş mehan de negihîjin xizmetên xwarinê yên acîl, dibe ku canê xwe ji dest bidin.

Hikûmeta Nîjeryayê û berpirsên NY gotin ku krîza mirovî li wîlayetên Borno, Adamawa û Yobe (BAY) yên bakur-rojhilatê welat kûrtir dibe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herî kêm 1 milyon zarok li herêmê di bin talûkeya kêmbûna xwarinê ya giran de ne; Hate qeydkirin ku ji van zarokan zêdetirî 600 hezar di rewşeke ku jiyana wan di xetereyê de ye de ne û heke nikaribin bigihîjin xizmetên xwarina acîl, dibe ku di nav 6 mehan de canê xwe ji dest bidin.

Hate diyarkirin ku 4.6 milyon kes dê di demsala ziwabûnê ya ku ji Hezîranê dest pê dike de li wîlayetên BAYê bêewlehiya xwarinê ya tûj biceribînin, û ev yek dê ji bo şeşemîn sala li pey hev li herêmê bibe sedema şert û mercên mirovî yên giran. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.