Obama: Leşkerên Amerîkî şerê DAIŞ’ê nakin

Obama: Leşkerên Amerîkî şerê DAIŞ’ê nakin

Obama: Leşkerên Amerîkî şerê DAIŞ’ê nakin

Serokê Amerîka Barack Obama helwesta welatê xwe li ser şerê bejayî li dijî DAIŞ’ê eşkere kir û got ku ew ti hêzeke bejayî ji bo şerê li dijî rêxistina navborî naşînin Iraqê.

Roja 10’ê Îlonê, Barack Obama stratejiya welatê xwe ya ji bo jinavbirina rêxistina DAIŞ’ê ragehand û bo mebesta cîbicîkirina wê stratejiyê hevpeymaniyek ji 40 welatî pêk anî. Duh, Sêşemê, Serokerkanê Amerîka Martin Dempsey got ku, eger pêwîstiya stratejiya welatê wî ya ji bo jinavbirina rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ), bi hêzên bejayî hebe, ew dê hizra beşdarîkirina leşkerên Amerîkî bikin.

Şandina hêzên bejayî yên Amerîkî jî guman ket ser, ji ber ji aliyê rayedarên Amerîkî ve ew pirs heta niha nehatibû yekalî kirin. Lê vê êvarê Obama di gotara xwe de li baregehê serekî yê artêşa Amerîka li California tekez kir ku, ti hêzên bejayî yên Amerîka ji bo Iraqê nayên şandin û beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê nakin. Obama da zanîn ku ji xeynî şandina şêwirmendên leşkerî bo Iraqê, tenê dê hêzên esmanî yên Amerîka şerê li dijî DAIŞ’ê birêve bibin.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John John Kirby aşkere kir ku, tiştê Martin Dempsey gotiye derbarê şandina hêzên bejayî de ne daxwiyaniyeke fermî ye ji wê senaryoyê re, lê tekez kir ku heta niha ji xeynî pirsa şandina şêwirmendên leşkerî ti hêzek din nayê şandin.

BasNews

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.