“Operasyona Mûsilê ji bo hêzên navteweyî bû cihê pêşbirka girtina neftê”

“Operasyona Mûsilê ji bo hêzên navteweyî bû cihê pêşbirka girtina neftê”

DİYARBEKİR - Serokê HAKSÎDê Remezan Azboy di derbarê operasyona Mûsilê de destnîşan kir operasyona Mûsilê ji bo hêzên navteweyî bûye cihê pêşbirka girtina neftê.

Azboy di berdewama nirxandina xwe ya di derbarê operasyona Mûsilê de destnîşan kir piştî operasyonê dê kî Mûsilê îdare bike, divê li vê bê nihêrtin.Azboy dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger ku di warê îdarekirinê de nediyarbûnek hebe dê bihaya neftê zêde bibe.Ya rastî operasyona Mûsilê ji bo hêzên navteweyî bûye cihê pêşbirka girtina petrolê.Divê bi vî awayî li meselê bê nihêrtin.Hinek kes ji rexekî ve hewil didin heremê dizayn bikin û ji rexê din ve jî hewil didin dewlemendiyên binê erdê dagir bikin.”

Azboy di dawiya axavtina xwe de hêvî kir ku operasyona Mûsilê demildest bi dawî bibe û wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “Li gor danayên ku hikûmetê destnîşan kirine ji penaberên ku ji Sûriyê hatine re 10 milyar dolar hat dayîn.Wekî din tê diyarkirin ji Mûsilê jî nêzî 300 hezar penaber bên.Ger ku bi vî awayî berdewam bike dê kulfet zêdetir bibe û ev yek jî di warê aboriyê de bibe sedema zehmetîyan.”(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.