Otobus û otomobîl li hev qelibîn: 4 mirî 13 birîndar
Li ser Rêbeja Wan û Bidlîsê otobuseke rêwîyan û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin otobusa ku endamên AK Partî tê de bûn û ji Wanê diçûn Enqerê û otomobîlek li ser Rêbeja Wan û Bidlîsê li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza di wextên êvarî de li ser Rêbeja Wan û Bidlîsê li nêzî herêma Balabanê pêk hatiye.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.