Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

Otobusa rêwiyan li TIRê qelibî: Miriyek 26 birîndar

Li Mereşê otobusa rêwiyan ji paş ve li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat dekesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Mereşê otobusa rêwiyan ji paş ve li TIRê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de  kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li Entabê.

Qeza di wextên şeveqê de li ser 50emîn kîlometreya Rêbeje Mereş-Entabê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  otobusa rêwiyan a bi plaqeya 21 BH 963 a ku ajokarê wê Mehmet Oral(44) bû  di wextên şeveqê de li ser 50emîn kîlometreya Rêbeje Mereş-Entabê ji paş ve li TIRê qelibî.

Piştî ku bi bûyerê hat hisîn îtfaye û ambûlans sewqî cihê qezayê hatin rakirin. Di qezaya ku pêk hat de  muavînê otobusê Sileyman Dorudemîrê 25 salî jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa 3 kesên birîndar giran e.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler