
Pakistan: Me 77 Balafirên Bêmirov ên îsraîlî xist xwarê
Di demekê de ku aloziyên di navbera Pakistan û Hindistanê de berdewam dikin, ji Pakistanê ev daxuyanî hat dayîn: "Heta niha, Hindistanê 77 balafirên bêmirov ên ku ji hêla îsraîlê ve hatine çêkirin xistine xwarê."
Pakistanê ragihand ku heta niha 77 wesayîtên hewayî yên bêmirov ên çekdarî (UCAV) yên ku ji hêla rejîma sîyonîst a Hindistanê ve hatine çêkirin, hatine bêbandorkirin.
Rêveberê Giştî yê Daîreya Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pakistanê (ISPR), Lîtnant General Ehmed Şerîf Çaudhry, diyar kir ku heta niha 77 balafirên bêmirov ên ku ji teref rejîma sîyonîst ve hatine çêkirin û li Hindistanê hatine xistin, û hejmara sivîlên ku di êrîşên Hindistanê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 33 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 62 kesan.
Chaudhry nûçeyên medyaya Hindistanê yên ku dibêjin balafirên Pakistanî hatine xistin û Pakistanê êrîşî Hindistanê kiriye, red kir û daxwaz kir ku "bermahiyên herî kêm yek balafir an droneke Pakistanî (ya ku hatiye xistin) wekî delîl werin nîşandan"
Chaudhry, ku ragihand ku di pevçûnên bi Hindistanê re leşker birîndar bûne, got ku heta niha tu leşkerekî Pakistanî canê xwe ji dest nedaye.
Çapemeniya Hindistanê doh îddîa kir ku Pakistanê êrîşî depoyên cebilxaneyê yên li herêma Cammu û Keşmîrê ya di bin rêveberiya Hindistanê de kiriye, lê Wezareta Karên Derve ya Pakistanê diyar kir ku îddîayên êrîşên li ser navçeyên Pathankot û Srinagar ên Hindistanê ne rast in. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.