Paleyîya genim bi dasan dikin

Paleyîya genim bi dasan dikin

Li Êlihê li herêmên ku bîçer nikarin bikevinê însan paleyîya genim bi dasan dikin.

Li Sasona Êlihê wek herêmên wexrê paleyîya hat û xelkê herêmê zadên xwe bi mekîneyan didûrin. Lê belê li bajêr li wan herêmên ku kaş in û mekîne nikarin bikevin însan di bin kelakela germa havînê de hewl didin bi dasan paleyîyê bikin.

“Em hemû tiştî bi qeweta xwe diçînin  û didûrin”

Cotkarê bi navê Ferhat Baz derbarê rewşê de diyar kir  ew ji serê şeveqê hetanî ber êvarî paleyîyê dikin û dû re wiha axivî: “ Em karê xwe, xwe bi xwe dikin. Em wan zadên ku bi destên xwe diçinin dîsa bi destên xwe berhev dikin. Mekîne nakeve nav zevîyê me û nayên van deran jî. Dema ku me paleyîya xwe kir em tevekan dikin melû. Hemû tişt bi xirecir e. Dû re jî em tevekan davêjin patozan û zad û ka ji hev vediqetînin.Em kayê didin heywanan.”

Cotkar Îsmaîl Bazê ku dibêje ew exlebe bi karê çandînîyê mijûl dibe derbarê mijarê de diyar kir ew li cihên ku traktor nakevine bi heywanan çandînîyê dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî ku me zadê xwe çand dîsa em bi hewldanên xwe li gor ûsila berê ango bi dasan paleyîya xwe dikin û davêjin patozan. Zad bo me û ka jî bo heywanan tê veqetandin. Em bi vî awayî debara xwe dikin.”

Şênîyên gund ên bi navê Makbûla Baran û Aydin Baran jî derbarê mijarê de diyar kirin ew li gor ûsila berê bi dasan paleyîyê dikin û hewl didin debara xwe mala xwe bikin.

ÎLKHA







































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler