PDK: Ma Kalkan kî ye ku behsa çarenivîsa gelê Kurd bike

PDK: Ma Kalkan kî ye ku behsa çarenivîsa gelê Kurd bike

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku axavtinên Dûran Kalkan ne di berjewendiya neteweyî de ne.Tenê dibe ku dijmin wan gotinan bêje.

Berdevkê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku Dûran Kalkan di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Med Nûçe de bi nêrînên dijminkarî çendîn axavtinên ne dicihê xwe de derbarê Herêma Kurdistanê kiriye û li ser Herêma Kurdistanê axiviye. Axavtinên vî zilamî hiqasî dûr in ji canê niştimanperweriyê û berjewendiya neteweyî, ku tenê dibe ku ji devê dijmin û dagîrkeran derkeve, ne serkirdeyekî partiyeke kurdistanî.

Di daxuyaniyê de rexneyê tundî li Dûran Kalkan û PKKyê hat  kirin û wiha hat gotin: Gelo di Kurdistanê de kî bi qasî PKKê rêbazên dîktatorî bikar tîne?

Daxuyanîya niviskî wiha dom kir:Mixabin DûranKalkan Endamê KCKyê di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Med Nûçe de ji rewangehekî dijminkarî çendîn axavtinên ne dicihê xwe de derbarê Herêma Kurdistanê kiriye û li ser Herêma Kurdistanê axiviye. Axavtinên vî zilamî hiqasî dûr in ji canê niştimanperweriyê û berjewendiya neteweyî, ku tenê dibe ku ji devê dijmin û dagîrkeran derkeve, ne serkirdeyekî partiyeke kurdistanî.

Temamê daxuyanîyê wiha ye:

Yekem:Dûran Kalkan, wek kesekî ku nizane yek gotinê bi zimanê kurdî biaxive û ne xuya ye ku neteweya wî çî ye û baweriya wî bi mafê gelê kurd nayê, ne ji mafê wî ye bi ti awayî behsa mafê gelê Kurdistanê bike. Ma Kalkan kî ye ku behsa çarenivîsa gelê Kurd bike.

Duyem: Tevî ku Kurdistan perçe bûye bo 4 perçeyan û gellek nexweşî û karesat dîtiye, lê dîsa dilê kalkan xweş nebûye bi wê û hez dike hêj Kurdistan perçe bibe.

Sêyem: Kalkan behsa dîktatoriyetê dike û îftiraya dîktator bûnê dixe ser Başûr, Hewlêr û PDKê em ji wan dipirsên ka gelo li Kurdistanê de kî bi qasî PKKê rêbazên dîktatorî bikar tîne? Li cêyên ku PKK serdeste gelo azadî heye, li cêyên ku dest bi ser wan de girtine kengî rê bi nêrînên cuda dane daku xwe îfade bikin? Kesek ku têjî ji hizrên dîktatoriyetê be çawe dikare behsa azadî bike?.

Çarem: Hebûna Kalkan bo PKKê jî bûye kêşe, nav hatî li Almaniya bi tawana teror hate girtin û pişt re hat li Sûriyayê ma, her Kalkan û ewin ku weke Kalkan dihizirn bo sedema vê yekê ku tometa terorê bikeve ser PKKê.

Pêncem: Rijandina hêsrên tîmsahî bo gelê ezidî li Şengalê ti fêde nake, terorîst ezidî jenosîd kirin lê Kalkan dixwaze bi birînên wan bilîze, hêzên pêşmerge bi fedakarî û qurbanî dan bist bi bista devera Şengalê rizgar kir û ti aliyek jî bi qasî partî bo vê deverê xwîn nedaye (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler