Perwerdehîya dîn a rast gelekî muhîm e

Perwerdehîya dîn a rast gelekî muhîm e

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaşê ku li Nîxdê beşdarî vekirina qurseke Qur’anê bû destnîşan kir perwerdehîya rast a dîn gelekî muhîm e.

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş li Nîxdê beşdarî vekirina qurseke Qur’anê bû. Erbaş pişît vekirina qursê axavtinek kir û qalaq ehemîyeta perwerdehîya rast a ku di warê dîn bê dayîn kirin.

Erbaş di axavtina xwe de diyar kir ew ê di van qursan de gelek ewladên me Qur’anê, jiyana Pêxemberê me û îbadetan hîn bibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di warê dîn de perwerdehîya rast gelekî muhîm e. Em ê van perwerdehîyên xwe bidomînin û dê di vî warî de jî xebatên me berdewam bikin.”

Erbaş piştî axavtina xwe ya di merasîma vekirinê li Nîxdê ziyaretên xwe domand.

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.