“Perwerdehîya têkel divê ji tercîha însanan re bê berdan”

“Perwerdehîya têkel divê ji tercîha însanan re bê berdan”

Prof. Dr. Selahaddîn Turanê ku diyar kir zirarên perwerdehîya têkel hene destnîşan kir divê sepana pergala perwerdehîya têkel ji daxwaza malbatan re bê berdan.

Li Entabê ji teref Şaxa Komaleya Mamosteyên Bişiûr a Entabê ve Şuraya Perwerdehîya Bajêr a Yekemîn hat tertîpkirin. Prof. Dr. Selahaddîn Turanê ku diyar kir zirarên perwerdehîya têkel hene destnîşan kir divê sepana pergala perwerdehîya têkel ji daxwaza malbatan re bê berdan, lewra tu feydeya zext û mecbûrkirinê tuneye.

 “Mekteba modern kesan ne bo heyatê bo piyasê amade dike”

Turan di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê mijarê de diyar kir xerb ji bo polîtîka, siyaset û aborîya xwe belav bike di bin navê gerdûnîbûnê de ‘mektebên modern’ vekir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev mektebên modern jî vê yekê deranîn pêş; bihilberîne, xerc bike, tehma roja ku tu tê de dijî derîne. Ev yek di nava civaka me ya Rojhilat de cihê xwe negirt.”

 “Perwerdehîya têkel nabe”

Turan di berdewama axavtina xwe de qala perwerdehîya têkel kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Trikîye di salên 1829-1830an de derbarî mektebên modern bû. Wê demê perwerdehîya têkel ango tevlîhevbûna qîz û lawan hat nîqaşkirin. Lê belê digel cumhurîyetê perwerdehîya  têkel û netêkel wek pêşnîyaz hat teklîfkirin. Lê belê di salên dawî de ev yek rabû. Biya min divê sepana pergala perwerdehîya têkel ji daxwaza malbatan re bê berdan.  Dikarin mektebên têkel û ne têkel bên çêkirin. Însan di vê qernê de vê yekê dixwazin; hûn ê însanan bi tercîhên wan re bi tenê bihêlin, dema ku hûn bes tiştekî li ser însanan ferx bikin ew çareserîyan nahilberîne. Di civakê de daxwazên cûda cûda hene.”

“Her ku perwerdehî tê mecbûrkirin ew qas jî rêjaya kesên ku dev ji mektebê berdidin zêde dibe”

Turan di dawîya axavtina xwe de diyar kir her ku perwerdehî tê mecbûrkirin ew qas jî rêjaya kesên ku dev ji mektebê berdidin zêde dibe û dû re wiha li dawî li axavtina xwe anî: “ Ev yek li temamê dinyayê wisa ye. Hetta li hinek welatên ku pêşve çûne ev rêje derketiye ji sedî 40î. Her ku perwerdehî tê mecbûrkirin ew qas jî rêjaya kesên ku dev ji mektebê berdidin zêde dibe .Li Tirkîyê nêzî milyonek û 300 hezar kesên ku xwendekarên dibistana navîn û lîseyê ne û 3 milyon kesên ku xwendekarên zanîngehê ne ji derve ve mektebê dixwînin ku ev yek di encama perwerdehîya mecbûrî ye.”(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.