Perwerdekirina Zeyneban hedefa Şaxên Jinan a HUDA PARêye

Perwerdekirina Zeyneban hedefa Şaxên Jinan a HUDA PARêye

Ji ber minasebeta salvegera qetlîama Kerbela ji teref Şaxên Jinan a Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin “Perwerdekirina Zeyneban hedefa Şaxên Jinan a HUDA PARêye.”

Ji ber minasebeta salvegera qetlîama Kerbela, ji teref Seroka Şaxên Jinan a Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê Sema Yarar ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Yarar destnîşan kir Hazretî Zeyneb bo pîrekên roja me nimûne ye.

Yarar di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Dema ku qala meha Muharremê tê kirin Kerbela tê bîran. Dema ku qala Kerbelayê jî tê kirin Hz. Huseyîn, zilm û qetlîam tê bîra me, feryada  Hazretî Zeyneb tê bîra me. Kerbela; qetilkirina Hazretî Huzeyn û yarenên wî ne.”

 “Tiştê ku dikeve li ser milên me xwedîderketina riya Hazretî Zeyneb e”

Yarar di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hazretî Zeyneb  bo pîrekên roja me nimûne û emsal e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hazretî Zeyneb dayikek e ku temamê hezkirîyên wê yek bi yek li ber çavên wê hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê ew bo me emsal e û hedefa ku dibê lê bê gihaştin e. Ew feryada ummetê ye. Tiştê ku dikeve li ser milên me gihaştina vê feryadê ji wan kesên piştî xwe re ye, wezîfeya me teqîbkirin riya wê ye û xwedîderketina mîsyona wê ye. Perwerdekirina Zeyneban hedefa Şaxên Jinan a HUDA PARê  ye.”

Yararê ku di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê mil bidin doza Hazretî Zeyneb wisa dawî li axavtina xwe anî: “Em wek Şaxa Jinan a Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê dê li her derî biqêrînin  ku em li sefa Hz. Zeyneb in. Weke wê kiriye, em ê jî li dijî yezîd, zalim, despot, dagirker, emperyalîst û pergalên yezîdî yên dewra me birawestin. Û encama wê çi dibe bila bibe em mil bidin doza Hazretî Zeyneb.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.