Pêşawayê Cemaet-î Îslamî Rahman Nîzamî hat îdamkirin

Pêşawayê Cemaet-î Îslamî Rahman Nîzamî hat îdamkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bangladeşê Pêşawayê Cemaet-î Îslamî Rahman Nîzamî ji teref hikûmeta Hasînaya laîk ve hat îdamkirin.

Hat ragihandin Pêşawayê Cemaet-î Îslamî Rahman Nîzamiyê ku ji hinek bûyerên ku di dema şerê xweseriya Bangladeşê de derketibûn dihat berpirsiyarkirin hat îdamkirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî yên ji  Dakkaya paytexta Bangladeşê hatine wergirtin  Nîzamî piştî ku bi malbata xwe  re herî dawî hevdîtin kir re wî ji bona îdamê birin Girtîgeha Navendê ya li Dakkayê.

Hat ragihandin Nîzamî dikaribû ji bona neyê îdamkirin ji seroka dewletê teleba efûyê bike, lê ew jî wekî serok û pêşawayên din teleba efûyê nekir û îdamê tercîh kir.Piştî vê tercîhê Pêşawayê Cemaet-î Îslamî Rahman Nîzamî ji teref hikûmeta Hasînaya laîk ve hat îdamkirin.

Her weke tê zanîn berî niha jî  Pêşawayên Cemaet-î Îslamî yên bi navê Abdulkadîr Molla, Muhammed Kamaruzzaman û Elî Îhsan Mucahîd  ji teref Mehkemeya Sûcên Şer a Navneteweyî ve ji îdamê re hatibûn mehkûmkirin, lê wan jî teleba efûyê nekribûn û hatibûn îdamkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler