“Pêwîst e dosyayên kesên ku ji teref FETO ve hatine mehkûmkirin ji nû ve vebin”

“Pêwîst e dosyayên kesên ku ji teref FETO ve hatine mehkûmkirin ji nû ve vebin”

DİYARBEKİR - Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz destnîşan kir pêwîst e dosyayên kesên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji nû ve vebin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz destnîşan kir pêwîst e dosyayên kesên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji nû ve vebin.

Yilmaz û lijnya pê re beşdearê taziyeya H. Zekî Ulsenê ku di encama qrîza qelbê de wefat kiribû bûn. Yilmaz serxweşî li malbata Ulsenî da û ji wan re temeniya sebrê kir.

Yilmaz bi Ahmet Ulsenê bavê Veysî Ulsenî yê ku mehkûm e re sohbet kir. Ahmet Ulsen diyar kir ku lawê wî û hevalên lawê wî piştî ku dûçarê îşkenceyan bûne cezaya sermedî ji wan re hatiye dayîn. Ji ber vî yekê Ulsen di derbarê mijarê de alîkarî ji HUDA PARê xwest.

Yilmaz diyar kir gelek kesên ku sûcê wan adlî ne hatine serbestberdan lê divê hikûmet mexdûriyetên kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî di encama komplo û qumpasan de hatine girtin çareser bike. Yilmaz bal kişand ku çendîn sal e ew ji vî zulma ku hatiye kirin agahdar bûne. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di gel vî yekê di wî heyamê de ji teref dozger û dadgerên ku endamê FETO ne ve qetil hat kirin û belesebeb cezayên giran ji însanan re hat dayîn. Me van yekan ji nêzik ve teqîb kir. Ev kes ji bo ku astengiyên beriya jiyana Îslamî werin rakirin dûçarê hepsa sermedî bûn. Pêwîst e dosyayên kesên ku ji teref FETO ve hatine mehkûmkirin ji nû ve vebin.”

“Pêwîst e ku dewlet demildest vî zulmê bide sekinandin”

Yimazê ku diyar kir ew jî şirêkê jan û êşa malbata Ulsenî ne. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zulma ku ev 24 sal li ewladê malbata Ulsenî yê bi navê Veysî Yilmaz e didome. Wekê ku hûn jî dibînin dema ku ew xizmên xwe yên herî nêzik jî ji dest didin nikarin beşdarê taziyê bibin. Me bi şiklekî kovandar mişahede kir ku nekarîne beşdar taziya dê û bavê xwe bibin. Pêwîst e ku dewlet demildest vî zulmê bide sekinandin.” (ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler