Pêwîst e îsraîl dev ji îşxalkirina axên Fîlîstînê berde

Pêwîst e îsraîl dev ji îşxalkirina axên Fîlîstînê berde

Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê destîşan kir pêwîst e îsraîl êdî dev ji îşxalkirina axên Fîlîstînê berde.

Ji teref Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ve derbarê daxuyanîyên serokwezîrê sîyonîstên îşxalker Benjamîn Netanyahuyê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Berî vê çendekî ji teref serokwezîrê sîyonîstên îşxalker Benjamîn Netanyahuyê ve derbarê Tirkîye û Serokomar Erdogan de daxuyanîyek hatibû dayîn. Ji ber vê daxuyanîya ku serokwezîrê sîyonîstên îşxalker ve hatibû dayîn Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Kalin di daxuyanîya nivîskî ya ku weşand  de diyar kir ew wan daxuyanîyên ku hatine dayîn çbi şiklê herî tund şermezar dikin û dû re wiha got: “ Ew kesên ku zen dikin ew ê qibleya me ya ewil ji xwe re bixin paytext bi abesê îştîxal dikin. Rayedar û serokên îsraîlî ji dêla ku êrîşî me bikin divê dawî li îşxalkirina axên Fîlîstînê bînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.