“Pêwîst e ji cotkaran re piştgirî bê dayîn”

“Pêwîst e ji cotkaran re piştgirî bê dayîn”

MÊRDÎN - Serokê Komaleya Zexîrevanên Qoserê Mehmet Şerîf Oter ji ber ku li heremê paleyiya genim dest pê kiriye xwest ku ji bona firêzeya geniman a ku ew ê piştî paleyiyê di erdan de bimînin alîkariya wan bê kirin.

Oter di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de diyar kir lihevxistina ax û firêzê ji bona cotkaran kareke bi mesref e ku ji ber vê yekê em dixwazim hikûmet di vî warî de alîkariya cotkaran bike.

Oter di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Weke ku tê zanîn li vê herema ma ya ku xwediyê berekettirîn axan e paleyiya genim, nîsk û ceh dest pê kir.Ew ê ev paleyî nêzî mehekî berdewam bike û ew ê dû re jî di şûna van de garis bê çandin.Ji bona ku garis bê çandin divê ew firêze bê paqijkirin ku cotkar ji ber vê yekê berê xwe didin şewitandina firêzeyan. Lewra lihevdana fireze û axê kareke bi mesref e.Ji ber vê yekê cotkar çare di şewitandinê de dibîne ku ev yek jî gelek zirarê dide axê.Pêwîst e ku zevî cardin bê cotkirin da ku ew perçeyên firêzê hûr bibin û tevlî axê bibin.Ji bilî vê ew firêze gubreya sirûştî ye ku feydeya wê ji axê re heye, bi heman awayî maliyeta gubrê jî kêm dike.”

 “Di warê îqtîsadî de cotkar di rewşeke pir bi zehmet de ne”

Oter, di berdewama axavtina xwe de diyar kir cotkar ji ber naçarî firêzeyan dişewitînin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hûrkirin û lihevdana firêzeyan karekî pir bi mesref e ku cotkar nikare ji bin maliyeta vê rabe.Ji ber vê yekê cotkar mecbûr dimînin ku firêzeyan bişewitîni. Em ji vê derê  bang li hikûmet û Wezîrê Çandiyê dikin zireat xezineya neteweyî ya vî milletî ye. Ji ber vê yekê her firêzeya ku tê şewitandin xezineya vî milletî pê re dişewite.Divê pêşîya vê zirarê bê girtin û ji bona ku cotkar karibin bi cotkirinê ax û firêzê lihev bidin destek û piştgirî bê dayîn.Em ê wek federosyonê bi nivîseke fermî muracatî hikûmet û Wezareta Çandiniyê bikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.