“Pêwîst e ku hesaba qetlîama Herbecinê were pirsîn”

“Pêwîst e ku hesaba qetlîama Herbecinê were pirsîn”

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya Cemîyeta MAfên Însanan di derbarê Qetlîama Gundê Herbecina navçeya Sûrê Diayrbekirê de daxuyaniyekê nivîskî da.

Navenda Giştî ya Cemîyeta MAfên Însanan di derbarê Qetlîama Gundê Herbecina navçeya Sûrê Diayrbekirê de daxuyaniyekê nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin pêwîst e ku hesaba qetlîama Herbecinê were pirsîn û dawî li van rêbazên tûndî were.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Geşedan û hûrgiliyên wî çi dibe bila bibe ev bûyera ku bûye sedema can û malan û di encama vî yekê de gelek pîrek jinebî û gelek zarok jî sêwî mane. Ev jî bûye sedema trewmayê. Bi tirs û zextan hewl hatiye dayîn ku civak biqutife. Kesên ku bûne sedema vi yeka ku bi tu wechê nayê qebûlkirin wek rêbaz tûndiyê ji xwe re pejirandine û vî yekê pozberê civakê didin. Têxistina qamyona bombebarkirî ya li dêmanan jî tenê bi serê xwe dîn û harî ye.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Em van êrîşên bombeyî yên ku wek çalakî di pêvajoya herî dawî de li gelê me tên kirin wekê ku li nirxên gelê me hatiye kirin dihesibînin.” Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin pêwîst e ku ev êrîş demildest werin rawestandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Divê ku PKK wek berpirsyarê vî bûyerê ji gelê me uzr bixwaze. Divê ku berpirsyarên vî yek werin tespîtkirin û çi hewce dike ji bo wan kesan were kirin. Lê wek helwesta rêxistnê medxûr tên sûcdarkirin û wek hevkarî tên hesibandin. Ev helwest nayê qebûlkirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de ji ber ku di hemberê vî hedîsa xedar de hinek STK dengê xwe dernexistine  helwestên wan hatin rexnekirin. Dûvre daxuyanî wiha hat belavkirin: “Hinek STK bi fiîl û nêrînên xwe yên yek alî bi hişnemdiya xwe yên du standardî li bûyerê mizê dikin. Em vî yeka ku hinek STK û alîgirên wan wekê 3 meymûnan dilîzin jî rexne dikin. Lewra wehamet û jana vî bûyerê jî wek Roboskî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Em dixwazin diyar bikin teleba raya giştî ew e ku ev lêpirsîna di derbarê vî yekê de bi şiklekî baş were kirin. Em hişmendiya ku bûye sedema vî qetlîamê şermezar dikin, ji birîndaran re şîfa, miriyan re rehmet û xizmên miriyan re jî sebr û sebat dixwazin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler