Peyam Sersaxiyê ya Edîb Gumuş

Peyam Sersaxiyê ya Edîb Gumuş

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah muhterem Edîb Gumuş, li ser wefata seydayê Mehmed Sûdan xoce, peyama sersaxiyê weşand

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah muhterem Edîb Gumuş, li ser wefata seydayê Mehmed Sûdan xoce, peyama sersaxiyê weşand. Di mesajê de wiha hat gotin:

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

   Bila sond û qesem be, eger hûn di rêya Xweda de bên kuştin yan jî bimrin, ji we re meğfîret û rehmeta Xweda, ji hemî tiştên ku ew berhev dikin bixêrtir e. Al-î Îmran ayeta 157an.

Înna lîllah we înna îleyhî racîûn.

  Me xebera wefata kekê me Muhemmed Sûdan, bi xemgîn hilaniye. Ez jê re ji Xweda rehm û meğfîretê dixwazim. Ji kuflet û zarok û merivên wî re û ji rêhevalên wî re sebrek xweşik dixwazim.

  Kekê Muhemmed şexsiyet û kesayetekî ender bû ku umrê xwe xistibû xizmeta Quranê, bi hezaran ciwan û zarok bi melûmatên Îslamî gihandibûn.

  Rejîma TCyê xebatên wî ji xwe re talûke dîtibû, ji lew ew xistibû zîndana jî. Pey ku ji zindanê derket, dîsa îlm û teblîğ û fealiyetên xwe yên Îslamî, bê navber dewam kir. Ji ber nexweşiya xwe, ji vê dinyayê giha rebbê xwe.

  Di hevaltiya me ya 30 salî de, di rojên xweş û bi êş de em pir car li cem hev bûn. Xweşexlaq, sadiq, rastgotin, bisebir, xwedî teqwa, biîtaat û xwedîferaseteke mezin wesfên wî bû yên eşkere bûn.

  Çûna wî ji nav me, xem û huznê dide me. Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku me li cennetên xwe dîsa bîne ba hev. Bi vê wesîleyê ez careke din, ji malbata wî re, ji hemî rêhevalên wî yên mehkûm û mihacir û yên din re teziyetên xwe radigihînim. Ji bo tehemmula vê êş û kederê, ji Rebbê xwe sebrê dixwazim.

                                   BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.